ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2020'AN 2020-11-08 09:02:13   * Karkerên tersaneyê ku anîn ziman ku bêyî tevdîr bên girtin tên xebitandin û ji bo sedema negirtina tevdîran jî gotin: "Li ber çavê patronan em ne tu titş in. Ji bo wan a muhîm qezenckirin e."    * Parlementera Stenbolê Zuleyha Gulum, anî ziman ku budçeya ku gotina jinê, tecrûbeya jinê û daxwazên jinê tê de tune bin ew budçe ne "budeya jinê" ye û got, ji jinên dixwazin dengê wan li meclîsê be bila xwe bigihînin wan.    * Aktivîsta TJA'yê Hacer Karaoglan, anî ziman ku ji bo jin xwe biparêzin kuçe bi kuçe û tax bi tax digerin û jinan serwext dikin û got: "Li dijî polîtîkayên şerê taybet xwe diparêzin."    * Rewşenbirên Êzidî yên Şengalê, anîn ziman ku Tirkiye û PDK naxwazin ku êzidî bibin hêz û bang li hemû hêzên kurdan kirin ku li dora yekîtiya neteweya Kurd bibin yek.    * Di ser bombekirina "Ûmût Kîtapeviyê" re 15 sal derbas bûn. Xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz, diyar kir ku divê ev wekî bûyereke jirêzê esas neyê girtin û got: "Perçeyek ji polîtîkaya koçberiyê bû."    * Mehmet Bal, piştî ku çûbû girtîgehê seredana kurê xwe kiribû, winda bûbû. 290 roj in xeber ji Bal nayê girtin. Parêzerê malbatê dosyeya Bal şand AYM'ê. Parêzer Ahmet Baran Çelîk got, tê xwestin ku dosyeya Bal daxilî nav ya kiryar nediyaran bê kirin.    * Dayika 6 zarokan Sûltan Mûrat ku agir bi mala wê ya li gundê Oymadal ê navçeya Mazgêrdê ket û tevî xênî eşyayên wê şewitîn, ji bo debara xwe bike û xaniyê xwe çêbike bang li rayedaran kir ku alîkariya wê bikin.    * Dayika Aşitiyê Rahîme Înce û Helbestvan Zozan Gulan têkildarî rageşiya PDK'ê ya li Herêma Kurdistana Federe avakiriye de, bang li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kirin ku nebe sedama "birakujiyê" û gotin: "Em yekin. Barzanî dixwaze sînor dane nava hêzên kurdan. Birakujî xwekujî ye."   * TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, wê li Amed, Stenbol û Edenê starta çalakî û bernameyên li dar bixin, bidin. (15.00)