Piştî malbat li pêş HDP'ê rûniştin polîsan 20 caran bi ser HDP'ê de girt 2020-11-08 12:44:42 AMED - Wekîlê Hevserokê Rêxistina HDP'e ya Amedê Îrfan Sonen, anî ziman ku medya îqtîdarê lîsteya delegeyên partiya wan wekî “Delîla têkiliya di navbera HDP û PKK'ê" nîşan dide û wiha got: "Agahiyên zarokên ku malbatê wan li ber avahiya HDP'ê rûniştine, li cem malbatan jî hene. Piştî malbat li pêş avahiya HDP'ê rûniştin di sal û nîvek dawî de polîsan 20 caran bi ser avahiya HDP'ê de girtin.    Polîsan bi fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê di 22'ê Cotmehê de bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê û Hevserokên HDP'ê yên Amedê Hulya Alokmen Uyanık û Zeyyat Ceylan, Hevserokên HDP'ê yên Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasım Kaya de girtin û binçav kirin. Piştî 8 rojan Sizici û Kaya  bi şertê kontrola edlî hatin berdan û dadgehê der barê Hevserokên HDP'ê yên Amedê Hulya Uyanık û Zeytan Ceylan de bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê" biryara girtinê da û şandin girtigehê.  Polîsan di serdegirtina avahiya HDP'ê de pankart, dovîz, bilgisayar û ewraqên fermî yên HDP'ê desteser kirin. Piştî polîsan belgeyên fermî yên HDP'ê desteser kirin, polîsan lîsteya delegeyên HDP'e û lîsteya malbatên ku serî li HDP'ê dane bi medya îqtîdarê re parve kir. Medya îqtîdarê jî wekî "Delîla di navbera PKK û HDP'ê" de nîşan da û tawanbar kir. Têkildarî mijarê Wekîlê Hevserokê Rêxistina HDP'e ya Amedê Îrfan Sonen, anî ziman ku medya îqtîdarê lîsteya delegeyên partiya wan wekî “Delîla têkiliya di navbera HDP û PKK'ê" nîşan dide û wiha got: "Agahiyên zarokên ku malbatê wan li ber avahiya HDP'ê rûniştine, li cem malbatan jî hene. Piştî malbat li pêş avahiya HDP'ê rûniştin di sal û nîvek dawî de polîsan 20 caran bi ser avahiya HDP'ê de girtin. Lîsteya heyî ya malbatên ku serî li HDP'ê dane ye. Dîsa lîsteya delegeyên HDP'ê ne. Lîsteya kesên winda bûne û malbat agahî ji wan nastîne ye."    Sonen, da zanîn ku piştî nûçe hatin parvekirin êrîşê li dijî partiya wan berdewam dike û wiha got: "Di sal û nîvek dawî de ku piştî malbat li pêş avahiya HDP'ê rûniştin, herî kêm 20 caran polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girtin. Herî kêm 27 rêveber hatin binçavkirin û girtin. Piştî malbat li pêş avahiya HDP'ê rûniştin û şûnde serdegirtinên avahiya wan zêde bûn. Parlamenterên me, serokên me, endam û rêveberên me yên tên avahiya partiyê ziyaret dikin her roj rastî êrîşa van malbatan tên. Le pîlana wan encam negirt. Ji ber vê yekê rêbazên din dixin meriyetê. Hevalên me binçav kirin nebû. Girtin nebû. Niha jî lîsteya parvekirine wekî lîsteya rêxistinê pênase dikin. Me şîfreya AKP'ê vekir. Ji ber vê yekê êrîşên li dijî partiya me zêde kirine. Dixwazin HDP'ê ji holê rakin. Lê wê bi ser nekevin."