Mezlûm Abdî: Biden û cîgira wî Harris pîroz kirin 2020-11-08 13:00:30   NAVENDA  NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD Mazlûm Ebdî, serkeftina serokê nû yê Amerîkayê Joe Bîden û cîgira wî Kamala Harrîs pîroz kir û got: "Ev serkeftinek dîrokiye."   Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyawmeke nivîskî weşand û serkeftina serokê nû yê Amerîkayê Joe Bîden û cîgira wî Kamala Harrîs pîroz kir û got: "Ev serkeftinek dîrokiye."   Ebdî, di dewama peyama xwe de, bi van gotinan dilxweşiya xwe anî ziman: "Ji ber vê serkeftina dîrokî, ez ji dil pîrozbahiyê li Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris dikim. Em li bendê ne ku ji bo parastina destkeftiyên têkoşîna hevpar ên li dijî DAIŞ'ê û avakirina dahatuyeke baştir ji bo gelê Sûriyeyeyê em vê hevkariya xwe ya nêzîk berdewam bikin."