Wezîrê Darayî û Xezîneyê Berat Albayrak îstifa kir 2020-11-08 19:28:56   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Darayî û Xezîneyê Berat Albayrak, di encama rexneyên ku lê hatin kirin îstîfa kir.       Zavayê Erdogan û Wezîrê Darayî û Xezîneyê Berat Albayrak, îstifa kir. Albayrak, îstifakirina xwe li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand. Di rojên dawîn de ji ber bilindbûna dolar, euro û zêr gelek rexne li Albayrak dihatin kirin û bangli Erdogan dihatin kirin ku zavayê xwe ji wezîrtiyê bigire.