Ji vîrûsa koronayê 84 kesên din jiyana xwe ji dest dan 2020-11-08 20:38:29   NAVENDA NÛÇEYAN – Di 24 saetên dawîn de 84 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da û 2 hezar û 516 kes jî pê ketin.          Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawîn ên vîrûsa koronayê parve kir. Li gorî daneyên ku Kooca ragihand; ji ber vîrûsa koronayê, di 24 saetên dawîn de 84 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 516 kes jî pê ketine. Bi van daneyan hejmara kesên ku bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dane derket 10 hezar û 887 kesan û hejmara pêketiyan jî derket 395 hezar û 255 kesan.