Li Cizîrê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin 2020-11-09 08:26:14 ŞIRNEX - Li Cizîrê polîsan bi ser malan de girtin, Hevseroka HDP'ê Guler Tunc û Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu yaqeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, serê vê sibê operasyonek siyasî pêk hat. Hevseroka rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê Gûler Tunç û hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ya ku qeyûm tayînî cihê wê hatibû kirin, Cîhan Olmez, Mesût Nart û Ûmût Çaglik di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku di operasyona serdegirtin û binçavkirinê de, deriyên malên Tûnç û Kûtlû hatine şikandin û bi saetan di malan de lêgerîn hatine kirin.    Hat dest nîşan kirin ku kesên hatin binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê û dibe ku hejmara kesên hatin binçavkirin zêde bibin.