KKP-PDK-T: Şerê navxweyî wê xizmeta dagirkeran bike 2020-11-09 09:09:38 AMED - Serokên Partiyên Kurdistanî têkildarî hewldana PDK'ê ya li herêmê, diyar kirin ku di nava hêzên kurdan de şerekî navxweyî biqewime wê tifaqa netewî têk biçe û gotin: “Şerê di nava hêzên kurd de wê xizmetê ji dagirkeran re bike.”     Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek û Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, derbarê hewldanên PDK yên li herêmê de axivîn. Serokê KKP'ê Sînan Çîftyurek, di destpêka axaftina xwe de xwest ku di rojên pêş de li ser geşedanên di nava siyaseta kurdan de heyeteke berfireh ji hunermend, aqilmend, serokên êşîr, seyda û dayikan were avakirin û wiha got: “Divê ev heyet  biçe serdana Kek Mesût Barzanî, Hikumeta Başûr, Serokê Herêma Kurdistana Başûr û Serokên KCK’ê. Divê derveyî siyasetê têkildarê meseleyê bi rihê kurdî ji her du aliyan re bêjin ‘em li dijî vî şerî, vê qeyranê ne, em naxwazin bi destê kurdan xwîna kurdekê biriije'. Em di nava xwe de axivîn ku di demeke pêş de heyeteke siyasî li Bakûr çêbikin û herin serdana her du aliyan û hemû partiyên me yên Başûr.”   DESTKEFTINÊN 30 SALAN WÊ TÊK BIÇIN   Çîftyurek, da zanîn ku heke li Herêma Kurdistana Federe di nava hêzên kurdan de şerekî navxweyî biqewime wê tifaqa netewî têk biçe û axaftina xwe wiha domand: “Gereke hemû alî geşedanên yekitiya netewî yên li Rojava bigirin berçav. Şerekî ku biqewime dê dostên me jî biêşîne. Ev 30 sal in bedelên gelek giran tên dayîn, ew destkeftinên 30 salan dê têk biçin. Li Başûr jî li Rojava jî wê ji bo kurdan windahiyeke gelek mezin çê bibe. Rejîma dagirker jî destên xwe li hev dide û dibeje ku ev şer bikin em ê destkeftinên wan ên 30 salan  belav bikin. Roj roja rexnekirin û anîna ziman a pirsgirêkan nîne. Banga me ew e ku herkes rexneyên xwe şunda bihêle ku vekêşan hinek sar bin, riya diyalogê vebe. Dûre herkes dikare rexneyên xwe bike. Heke gav neyên avêtin diyalogeke mayînde pêk nayê.”   TESÎRA BIRAKUJIYÊ WÊ LI HER ÇAR PARÇEYAN BIKE   Di berdewamê de Çîftyurek, destnîşan kir ku şerê di nava hêzên kurd de pêk were wê xizmetê ji rejîmên dagirker re bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îran û Tirkiye nakokiyên di nava kurdan de dixurînin û dixwazin hêzên kurdan werin hemberî hev. Tesîra birakujiyê wê li ser her çar perçeyan çê bibe. Ji ber vê yekê talûkeyeke mezin heye. Meseleya ku li Başûr diqewime di nava her du partiyên me de nîne. Destên derve di nav de hene. Hewceye hêzên me li hemberî provakasyonan hişyar bin. Îro li hemberî şerê navxweyî li her çar perçeyan partiyên me helwesteke baş girtine. Rojeva me ya girîng a partiyên kurdan ev e.”   DAGIRKER DIXWAZIN KURD HEVDU QIR BIKIN   Têkildarî heman mijarê Serokê Giştî yê PDK-T'yê Mehmet Emîn Kardaş jî diyar kir ku tu aloziya di nava hêz, partî û serokên kurdan de napejirînin û wiha got: “Di nava hêzên kurd de şerek dest pê bike weke PDK-T em ne alîgirên tu aliyî ne. Em alîgirên ku di nava hêzên kurd de aştî û demokrasi pêk were. Ji ber ku temamî dagirkerên kurdan dixwazin îro kurd bi hev bikevin, hevdu qir bikin ku ew jî ji xwe re dîlan bigirin. Em bi yekitî û netewa kurd re ne. Li kuderê dibe bila bibe divê kurd şerê hevdu nekin. Gelek şerm e ku kurd çekên xwe bigirin bêjin ‘em ê biçin şerê kurdekî din’. Ji vê nexweştir tiştekî din tuneye. Ev yek şermeke mezin e ji bo me kurdan.”   ‘XWE DÛRÎ ŞERÊ NAVXWEYÎ BIKIN’   Kardaş, bang li aliyan kir ku rê nedin şerê birakujiyê yê di navbera kurdan de û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em dixwazin şer dernekeve û ji hev hezkirinek çêbibe di nav kurdan de. Ez hêvî dikim ku birêz Serok Mesût Barzanî li pey gotina xwe ya ku ‘Ez nahêlim birakûjî di nava kurdan de çebibe’ ye û wê kurdan bi kurdan nede kuştin. Em vê hêviyê jê dikin û bang jî dikin ku çi Serok Barzanî be çi PKK be an partiyên din bin herkes xwe dûrî şerê navxweyî û birakujiyê bike."   MA / Fahrettîn Kiliç