Berteka li dijî binçavkirina mamosteyan: Mafên demokratîk tên krîmînalîzekirin 2020-11-09 15:16:36   AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, diyar kir ku bi binçavkirina mamosteyan hewl hatiye dayîn mafên demokratîk bên krîmînalîzekirin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, derbarê binçavkirina mamosteyên endamên Egîtîm-Senê de li Şaxa Jimara 1 a Egîtîm-Senê ya Amedê civîna çapameniyê li dar xist. Berdevkê platformê Hasan Eroglû, di civînê de axivî û diyar kir ku bi binçavkirin tê xwestin dengê civaka sivîl bê qutkirin.    ‘MAFÊN DEMOKRATÎK TÊN KRÎMÎNALÎZEKIRIN’   Eroglû, destnîşan kir ku bername û çalakiyên mamosteyan ên ku bûne mijara sûc xebatên qanûnî û demokratîk in û wiha got: “Em ji encamên van pêkanînan dizanin ku desthilat, mafên qanûnî yên rêxistinên sivîl ên ku muxalîf dibîne tune dihesibîne. Hewl dide bikaranîna mafên demokratîk ên qanûnî krîmînalîze bike.”