Daxwaza ‘Bila cînayetên kar di cezayên giran de bên dîtin” hat redkirin 2020-11-09 16:21:57   AMED - Parêzer Semra Demîr, diyar kir ku daxwaza wan a bila doza karker Dûran Baysal ê di înşaeta mizgefta navend a Amedê de jiyana xwe ji dest da bû li Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin, hat redkirin û da zanîn ku ewê vê biryarê îtîraz bikin.    MeclîsaTenduristiya Karkeran û Ewlekariya Kar a Amedê (ÎSÎG) derbarê danişîna doza karker Dûran Baysal ê di 3’yê Adara 2016’an de, di înşaeta mizgefta navend a Amedê de dixebitî dibin vînçê de mabû û jiyana xwe ji dest da bû li Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) daxuyanî da çapemeniyê. Enddamên ÎSÎG û nûnerên Rêxistinên Civak Sivîl (STO) beşdarî daxuyaniyê bûn.    Parêzer Semra Demîr, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Me daxwaz kir ku doza karker Dûran Baysal ê di înşaeta mizgefta navend a Amedê de jiyana xwe ji dest da bû li Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin, lê ev daxwaza me hat redkirin. Emê vê biryara hatiye dayîn îtîraz bikin.”