Civîna Bexda û Şengalê bi dawî bû: Rêveberiya xweser helwesta xwe nîşan da 2020-11-09 17:10:19   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberiya Xweser a Şengalê ku bi heyetek hikûmeta navendî ya Iraqê re hevdîtin pêk anî, helwesta xwe ya li dijî peymana di navbera Bexda û Hewlerê de nîşan da.   Îro danê sibehê ji Hikûmeta Bexdayê heyetek hat serdana Rêveberiya Xweser a Şengalê û bi rêveberiyê re hevdîtinek pêk anî. Hevdîtina di navbera Rêveberiya Xweser a Şengalê û heyetê de li gundê Tirbikê yê bajaroka Sinûnê ya Şengalê pêk hat. Mijara civînê ya di navbera aliyan de Peymana Şengalê ya di navbera Hikûmeta Navendî ya Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû.   DAXWAZAN JI HEYETÊ RE RAGIHANDIN    Heta ku civîn bi dawî bû û girseyeke gelê Şengalê li ber avahiya civîn lê pêk hat li hev kom bû û çalakî li dar xist. Piştî civînê Hevserokê Meclîsa Gel a Xanesorê Dexil Mirad, derbarê civînê de daxuyaniyek da û ragihand ku wan daxwazên xwe careke din bi aşkera anîne ziman û gotine ku tu peymanên bêyî vîna gelê Şengalê qebûl nakin.   DÊ DAXWAZAN BINIRXÎNIN   Mirad, da zanîn ku di civînê de ji heyetê daxwaz kirine ku tifaq û peymanên li Şengalê bên çêkirin ne li gorî Tirkiyeyê, li gorî berjewendiyên gelê Şengalê bin û wiha got: “Wek tê zanîn şevê din êrîş pêk anîn û zarokên me şehîd û birîndar kirine. Bila ev tifaq bê hilweşandin, bila hêzên Amerîka, Îran, Siûdî ji van xakan bên derxistin û pişte re behsa PKK bikin. Eger şexsek PKK jî li vir mabe, emê bêjin fermo mala we ava.”   Her wiha Mirad, destnîşan kir ku heyeta Bexdayê ji wan re ew ê daxwazên wan binirxînin.   Piştî vê daxuyaniya Mirad, girseya li ber avahiya ku civînê lê pêk dihat çalakiya xwe bi dawî kir û ji hev belav bû.