Hevjîna girtiyê nexweş: Dewlet dixwaze hevjînê min bimire 2020-11-10 09:01:14 STENBOL - Rewşa girtiyê nexweş Abdûrrahîm Demîr ku 23 sal in girtî ye, nebaş e. Hevjîna wî Nezahat Demîr got: "Qey dewlet dixwaze kesên ku nikaribû wan li derve biqedîne, dê bi vî awayî biqedîne?"  Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexwşe hene. Par bi giştî 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan û îsal jî di 9 mehên borî de 20 jê girtiyên siyasî 38 girtî jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van girtiyên nexweş jî Abdûrrahîm Demîr e. Demîr di 12'ê Cotmeha 1995'an de gava li Okmeydaniya Stenbolê esnaftî dikir hatiye binçavkirin û piştî 13 rojên di binçavan de hatiye girtin. Ji ber ku di dema binçavkirinê de bi awayekî giran hatiye îşkencekirin laşê wî birîn bûye.    Dadgehê di 27'ê Kanûna 2007'an de cezayê muebeda giran li Demîr birîbû. Lê belê Dadgeha Bilind jî di sala 2008'an de cezayê wî xera kiribû û biryar dabû ku cardin bê darizandin. Hîn darizandin dewam dikir, parêzerên wî bi hinceta dema ku hatiye binçavkirin parêzerê wî tune bûye û ji ber demeke dirêj di girtîgehê de maye serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME'yê jî di 19'ê Kanûna 2010'an de biryar da ku a hatiye kirin 'binpêkirina maf' e û ji Tirkiyeyê xwest Demîr bê berdan.    Piştî biryara DMME'yê di 4'ê Çileya 2011'an de hat berdan. Lê belê dadgehê di 27'ê Kanûna 2012'an de cezayê "muebeda giran" ê hatibû birîn erê kir û piştî vê biryarê Demîr cardin hat girtin.    Ji ber ku demeke dirêj e di girtîgehê de ye her diçe tenduristiya wî xirabtir dibe. Niha gurçika hêla çepê ya Demîr xera bûye û gurçika wî ya rastê jî ji sedî 37 sax e.    LI BENDA MIRINA WÎ NE    Hevjîna wî Nezahat Demîr anî ziman ku hevjînê wê bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin û got, hevjînê wê ji qelbê xwe emeliyat bûye û niha gurçikên wî nebaş in. Demîr, destnîşan kir ku hevjînê wê yê 58 salî êdî nikare bi tena serê xwe ji derheqên nexweşînên xwe derkeve û got: "Rewşa wî qet nebaş e. Nexweşxaneyê got 'nikare di girtîgehê de bimîne.' Lê cardin jî wî bernadin. Îdareya girtîgehê li benda mirina wî ye. A tê kirin bêedaletiyeke mezin e."    Demîr got: "Hefteya borî me bi telefonê xeber da. Dengê wî nebaş dihat. Jixwe salek e em hevdu nabînin. Rewşa wî çawa ye em nzanin. Ji roja ku şewb dest pê kiriye me hev nedîtiye. Ew jî, ji bo ku em li ber nekevin, behsa rewşa xwe nake. Belkî niha di makîneya diyalîzê de be jî. Çima kesekî werê bernadin?"    Demîr, xwest hevjînê wê yê nexweş bê berdan.    MA / Mehmet Aslan