Li Dersimê 165 roj in çalakî qedexe ne 2020-11-10 09:01:27 DERSIM - Li Dersimê ji 15 rojan carekê çalakî tên qedexekirin. Qedexeya navborî 165 roj in didome. Nûnerên partiyên siyasî qedexeya tê danîn wekî pêkanîneke kêfî nirxandin.  Piştî ku xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû di 5'ê Çileyê de winda bû û hîn jî nehatiye dîtin û piştî derket holê li navçeya Pêrtagê 15 zarok hatine tacizkirin Walîtiya Dersimê, li bajêr her cure çalakî qedexekirin. Waliyê Dersimê Tûncay Sonel di 16'ê Çileyê de heya 15 rojan lidarxistina her cure çalakiyan qedexe kiribû. Lê piştî parlementeriya Parlementera HDP'ê Leyla Guven, parlementeriya Parlementerê HDP'ê Mûsa Farisogûllari û parlementeriya Parlementerê CHP'ê Enîs Berberoglû hat betalkirin, vê carê waliyê nû Alî Ozkan di 19'ê Heîranê de qedexe ragihandin. Di çarçoveya biryarê de her cure çalakî hatin qedexekirin. Û ev biryar 15 rojan carekê heya niha didomin. Ji ber van qedexeyan partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tenê li Kuçeya Hunerê bi hejmareke sînorkirî dikarin daxuyaniyên xwe bidin. Her wiha bi hinceta pandemiyê jî li gelek kesên tevlî daxuyaniyan dibin û bi hinceta pîvana mesafeya fizîkî binpê dikin cezayê pereyî tê birîn.    JI BO MUXALEFETÊ QEDEXE YE    Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Nûrşat Yeşîl û Hevşaredarê Bajaroka Periyê yê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin Orhan Çelebî û Serokê EMEP'ê yê Bajêr Ergîn Tekîn qedexeyên tên danîn nirxandin.    Hevseroka HDP'a Bajêr Nûrşat Yeşîl, diyar kir ku çalakiyên wan ên li dijî şideta li ser jinê, taciz, tecawiz û talankirina xwezayê tên astengkirin û got, biryara qedexekirinê 6 meh in didome. Yeşîl, destnîşan kir ku bi vî awayî tê xwestin dengê mirovan bê tepisandin û daketina mirovan a kuçe û kolanan bê astengkirin û got: "Çalakiyên walîtî û qeymeqamtiyê serbest in, lê tenê yên muxalefetê qedexe ne."    ‘EM Ê LI KUÇEYAN BIN'    Yeşîl, diyar kir ku çendî ku di daxuyaniyên çapemeniyê de mesafeya fizîkî esas digirin jî cezayê pereyî li wan tê birîn û got: "Pergal, tiştên ne li gor dilê xwe ceza dike. Naxwazin mirov kom bibin û bertekên xwe nîşan bidin. Lê cardin jî em HDP û muxalifên din em ê her tim li kuçeyan bin."    PÊKANÎNÊN KÊFΠ   Hevşaredarê Periyê yê qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin Orhan Çelebî jî ji bo qedexeyên ku 15 rojan carekê tên danîn got, tu îzahiyateke wê tune ye. Çelebî got: "Li cihekî ku demokrasî lê hebe ev pêkanînên kêfî ne pêkan in. Bi cezayên pereyî jî dixwazin ku kes tev li van çalakiyan nebin. Tu hêleke vê ya demokratîk tune ye. Li Îzmîr, Dîlok, Bûrsa û bajarên din ku hejmara pêketiyên şewbê pir e, çima walîtî çalakiyan qedexe nakin? Demildest divê ev yek bi dawî bibe."    ‘TU FÊDEYA VÊ FERASETÊ TUNE YE'    Serokê EMEP'ê yê Bajêr Ergîn Tekîn jî anî ziman ku wekî hincet pandemî tê nîşandan û got: "Lê belê mîtîngên xwe, xebatên xwe pir bi rihetî dikin. Lê gava karker û kedkar doza amfên xwe dikin, tên astengkirin. Ev feraseta tepisandina gel e. Dê tu fêdeya vê ferasetê ji bo gelan, kedkaran û çîna karkeran çênebe."    MA / Ayşe Surme