2 rêveberên HDP'ê yên Erziromê hatin binçavkirin 2020-11-10 11:36:03   ERZIROM - Rêveberên HDP'ê yên Xorasanê Necmettîn Aydin û Adem Gozungu di serdegirtina malan de hatin binçavkirin   Li navçeya Xorasanê ya Erziromê, polîsan di saetên serê sibê de, bi ser malên rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeyê Necmettîn Aydin û Adem Gozungu de girtin û binçav kirin. Hat hînbûn ku aydin û Gozungu li Miduriyeta Polîsan a Bajêr tên gitin û derbarê hinceta binçavkirina wan de tu agahî nehatin bi dest xistin.