Li dijî beraeta polisan serî li Dadgeha Bilind hat dayîn 2020-11-10 14:41:55   AMED – Biryara beraetê ya dadgeha herêmî ya derbarê 3 polisên ku ji kuştina Enes Ata û Mahsûn Mizrak dihatin darizandin ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat erêkirin. Parêzerên dozê li dijî biryarê serî li Dadgeha Bilind dan.    Zarokên bi navê Enes Ata û Mahsûn Mizrak di çalakiyên 28’ê adara 2006’an de bi guleyên polisan ve hatin kuştin. Danişîna doza ji ber kuştina Ata û Mizrak derbarê polisên tevgera taybet Hayrettîn Akar, Nûrî Ozgenç û Bîlal Ozkara de hatibû vekirin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû dîtin. Di danişînê de bi angaşta nebesbûna delîlan de derbarê polisên navborî de biryara beraetê hatibû dayîn.    SERÎ LI DADGEHA BILIND DAN   Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn ku dosyayê dişopand, li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da û ragihand ku biryara dadgeha herêmî ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve jî hatiye qebûlkirin. Her wiha Zeytûn, destnîşan kir ku li dijî biryarê serî li Dadgeha Bilind dane.