Dadgehê ji zarokên hatibûn tecawîzkirin rapora ‘îtîbarê’ xwest 2020-11-10 16:00:49 EDENE - Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Edeneyê, ji bo du zarokên ji aliyê pismamê xwe E.A. ve hatin tecawîzkirin, ji Nexweşxaneya Balcali, rapora “Pêbawerbûna vegotina zarokan” xwest.    4’emîn Danişîna doza bi sûcdariya “Îstîsmara zayendî ya biwesf a zarok” û “Tecawîzê zarok kirin” a derbarê E.A. yê 17 salî yê li Edenê tecawîzî xizmên xwe yên 5 û 11 salî kiribû de hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Edenê hat dîtin. Bersûc û parêzerê wî, malbatên mexdûran û parêzerên wan û hin şahid tevlî danişînê bûn. Şandeya dadgehê, pêwîstî bi guhdarkirina hin şandin nekir û rapora “Pêbawerbûna vegotina zarokan” ji Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tîpa Zanîngeha Çokûruova daxwaz kir. Dadgehê biryar da ku rapor ji nû ve bê girtin.   Şandeya dadgehê, dûre, ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyeyê de, danişîn taloqî 12’yê Çilkeya 2012’an kir.   Endama Platforma Jinan a Edeneyê Parêzer Sevîl Araci Bek, piştî danişinî li ber Avahiya Taş a Edliya Edenê, derbarê dozê de agahî da. Bek, da zanîn ku rapora ku dadgehê daxwaz kir, ji xwe hebû, wan ji ber derûniya zarokan carek din daxwaza rapor nekirine. Bek di dawiya axaftina xwe de, diyar kir ku ewê şopdarê dozê bin.