Li girtiyên ku binpêkirinên mafan ragihandin cezayê dîsîplînê birîn 2020-11-11 09:05:46 MÊRSÎN – Li girtiyên ku name ji ÎHD û HDP'ê re şandine û bal kişandine ser binpêkirinên mafan, bi îdiya "parvekirina agahiyên veşarî" cezayê dîsîplînê hatiye birîn.    Resûl Demîr ku li Mêrsînê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û du hefte berê ji Girtîgeha Tarsûs a Jimare 1'ê derkete, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi raya giştî re parve kirin. Demîr, diyar kir ku gava girtiyan tînin girtîgehê lêgerîna tazî li wan ferz dikin û ji ber ku girtî vê yekê qebûl nakin, esker û gardiyan li wan didin û kincên wan ji wan dikin. Demîr, destnîşan kir ku nexasim jî piştî şewba Covîd-19'ê belav bûye binpêkirinên mafan zêde bûne û got, çalakiyên werzîşî, yên sohbey û civakiyî ku hefteyê carekê dihatin kirin, niha du hefteyan carekê tên kirin û car heye qet nayên kirin.    DI NAV XWARINÊ DE QUTIKÊN CIXAREYÊ    Demîr, diyar kir ku xwarina didin girtiyan jî nebaş e û got: "Di nav xwarinê de kevir, mû, benik û carinan qutikên cixareyan hebnûn. Gava xwarinê belav dikirin bê lepik û maske belav dikirin. Derbarê vê de me xwest em bi midûrê girtîgehê re biaxivin, lê belê gotin 'ji ber vîrûsê mirûdr ne li vê derê ye' û daxwaza me red kirin."    NAHÊLÊN WÊNEYAN BIGIRIN    Demîr, diyar kir ku dezenfektanê nadin girtiyan û got, mehê serê kesekî 3 maske tên dayîn û danûstendina li kantînê jî hatiye sîndordarkirin.    Demîr, diyar kir ku îdareya girtîgehê pandemiyê ji xwe re kiriye hincet û got: "Girtiyên ji berdana wan re hindik dima, ji bo wêneyan bigirin daxwazname dinivîsandin. Lê belê digotin 'ji ber şewbê wênegir nikare bê qawîşan'. Lê belê gava jimariyê 20 gardiyan dihatin qawîşê. Gardiyanên dihatin jî bê maske û lepik bûn û destê xwe didan her derî. Dolabên me li hev dixistin. Amûrên me belawela dikirin."    Demîr bal kişand ser çûna revîrê jî û got: "Diranê min bi qasî mehekê tim diêşiya. Hevalên me yên emeliyat bûbûn hebûn. Gava me ji bo revrîê daxwazname dinvîsandin, bersiv nedidan. Gava didan jî 40-60 roj şûnde didan."    Demîr, bilêv kir ku girtiyên xizmên hev li qawîşên cuda bûn û ji ber vê kesên dihatin serdana wan zehmetî dikişandin. Demîr, bilêv kir ku rojnameya Yenî Yaşam û evrenselê standine û heqê wan ê mehekê dane, lê tenê 5 rojan rojname dane wan û dû re qedexe kirine û heqê mayî jî li wan venegerandine. Demîr, diyar kir ku ji bo vê daxwazname nivîsandine lê belê bersiv nehatiye û got: "Ji bo vê me name ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re nivîsand. Vê carê jî îdiareya girtîgehê bi tawanbariya 'agahiyên veşarî bi derve re hatine parvekirin' cezayê dîsîplînê li me birî. Hevdîtina bi malbatê re qedexe kir."    MA / Omer Akin