Wezîr Gul pirsên têkildarî girtîgehan bêbersiv hişt 2020-11-11 10:41:57   ENQERE – Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, pirsên parlamenteran ên derbarê pêketiyên vîrûsa koronayê yen girtiyan bêbersiv hişt.   Budçeya Sala 2021’an a Wezareta Edaletê, li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê hat qebûlkirin. Di hevdîtinên li ser budçeyê de piştî pêşkêşkirina Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul û axaftinan, parlamenteran ji Gul hin pirsan kirin.    Parlamenterên CHP’ê jî di nav de piraniya parlamenterên ku pirsan ji Gul kirin parlamenterên HDP’ê bûn. Parlamenteran derbarê rewşa girtîgehan û vîrûsa koronayê ya li girtîgehan de ji Gul pirsan kirin û xwestin ku derbarê mijarê de wan agahdar bike. Wezîr Gul, van pirsan bêbersiv hişt û derbarê rewşa vîrûsa koronayê ya girtîgehan de daxuyanî neda.    Ji bilî vîrûsa koronayê parlamenteran pirsa tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî ji Gul kirin. Gul mîna pirsên derbarê vîrûsa koronayê vê pirsan jî bê bersiv hişt.