Serlêdana parêzeran red kirin 2020-11-11 11:27:13   STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi muwekîlê wan re red kir.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê, vê serlêdana parêzeran bi hinceta biryara 2’emîn Dadgeriya Bûrsayê ku di 23’ê îlonê de heta 6 meha hevdîtinan parêzeran qedexe kiribû, red kir.    Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di sala 2019’an de di navbera 2’ê gulanê û 7’ê tebaxê de bi Ocalan re 5 caran hevdîtin pêk anîbûn.