Bêaramiya ji bêkariyê ya Waliyê Amedê! 2020-11-11 14:10:58   AMED – Qeyûm û Waliyê Amedê Munîr Karaloglû, aciziya xwe ya ji ber bêkarên ku li bajara pêşiya wî digirin bi van gotinan anî ziman: “Ez nikarim ji mizgeftê bi hêsanî biçim wesayîta xwe.”    Di van rojên ku Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ragihand bêkariya li welat kêm bûye de Qeyûm û Waliyê Amedê Munîr Karaloglû, bêkariya welat bi van gotinan: “Ez nikarim ji mizgeftê bi hêsanî biçim wesayîta xwe. .Çep û rastê min ji aliyê bêkaran ve tê girtin.” raxistin ber çavan.     Walî Munîr Karaloglû, li bajar tevlî bernameyekê bû û Bêkariya li welat bi gotinên balkêş anîn ziman. Karaloglû, diyar kir ku 5 meh in li ser peywirê ye û li Amedê herî mirov ji bo kar serî lê didin û wiha got: “Ez nikarim ji mizgeftê bi hêsanî biçim wesayîta xwe. Çep û rastê min ji aliyê bêkaran ve tê girtin. Dema ku pirsa “tu dikarî çi karî bikî” dikim jî dibêjin “em dikarin her karî bikin”.  Kesê ku dibêje ez dikarim herî karî bikim, nikare tu karî jî bike. Pirsgirêk ne bêkariye pirsgirêk bêpîşeyî û ne ecibandina kar e.”