Ji bo Endama Komeleya Jinan a Rosayê Çoşkûn daxwaza ceza 2020-11-11 14:32:38   AMED – Derbarê Şevîn Çoşkûn ku di doza Komeleya Jinan a Rosayê de tê darizandin de ji 7 salan heta 15 salan ceza hat xwestin.   Di 8’ê hezîranê de di çaroveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de li dijî Komeleya Jinan a Rosayê operasyoneke binçavkirinê hatibû lidarxistin û gelek endamên komeleyê hatibûn binçavkirin û girtin. Yek ji van kesan jî endama komeleyê Şevîn Çoşkûn bû. Danişîna doza Çoşkûn ku bi angaşta “endamtiya rêxistinê” tê darizandin li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin.    DOZGER CEZA XWEST    Çoşkûn, ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û parêzerên wê ElÎf TÎrenç, Îpek Ulaş û Halîl Îbrahim Erdogan li danişînê amade bûn. Di danişînê de dozgerê dozê mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kir. Dozger bi angaşta “emdamtiya rêxistinê” xwest Çoşkûn ji 7 salan heta 15 salan bê cezakirin û girtina wê berdamkirin.   Çoşkûn û parêzerên xwe tevlî daxwaza tehliyeyê kirin lê dadgehê daxwaza tehliyeyê red kir û danişînî taloq kir.