Rojnamevan Orûç: Ez îro li pêşberî kamerayê me sibê jî ez ê li pişt kamerayê bim 2020-11-11 14:33:26   STENBOL – Rojnamevan Azîz Orûç ê ji girtîgehê hat berdan li dijî bêhiqûqiyê got: “Îro ez li pêşberî kamerayê me lê sibê jî ez ê li pişt kamerayê bim.”      Rojnamevan Azîz Orûç di 11’ê kanûna 2019’an de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hatibû binçavkirin û bi îdiayên “endamê rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” hatibû girtin. Di danişîna duyemîn a doza xwe de li 9’ê mijdarê hat berdan. Orûç sala par xwestibû ji Başûrê Kurdistanê bi ser Îranê re xwestibû derbasî Ermenîstanê bibe. Ermenîstanê wî radestî Îranê kiribû û Îranê jî wî der sînor kiribûn û wî şandibûn Bazîdê.   Orûç behsa tiştên hatin serê wî û binpêkirinên mafan pê re rûbirû maye kir.   Orûç diyar kir ku ew ji Başûrê Kurdistanê çûye Ermenîstanê û li vir hatiye binçavkirin û bi muameleyên dij mirovî re rûbirû maye û gef lê hatine xwarin û wî radestî Îranê kirine. Orûç got ew bi awayek bêhiqûqî radestî Îranê hatiye kirin beriya were teslîmkirin şidetê li dijî wî dest pê kiriye û rojek ev muameleya xerab lê hatiye kirin.   ÎRANÊ ÊŞKENCE LÊ KIRIYE   Orûç anî ziman rojek şûn ve polîsên îstîhbarata Îranê wî teslîm girtine û li Îranê jî şideta fizîkî û derûnî lê hatiye kirin. Orûç got ji ber ku wî di sala 2014’an de li Wanê nûçeyên derbarê êşkence û binpêkirina mafan ên li Rojhilatê Kurdistanê çêkiriye polîsên Îranê van nûçeyan jê pirsîne û ji ber vê yekê zext lê kirine.   WÎ AVÊTINE VÎ ALIYÊ SÎNOR   Orûç da zanîn ku haya kesî jê nebûye ku wî radestî Îranê kirine û rojek pişt re wî derxistine dadgehê û biryara ku dê radestî Tirkiyê bikin dane. Orûç da zanîn ku bi pereyên Îranê milyonek 400 Riyalê Îranê lê birine û wê rojê saet 22.00’an de wî anîne deriyê Sînorê Îranê û gefa wê wî radestî Tirkiyê bikin lê xwarine. Orûç anî ziman ku pasdarên Îranê wî bi darê zorê avêtine vî aliyê sînor û ji ber êşkence lê hatiye kirin ew nikaribûye bimeşe û ew li ber sînor ketiye û heta hêj birînên wî sekinîne.   Orûç anî ziman ku piştî wî avêtine aliyê Tirkiyê li Bazîdê li mala Muhammet Îkram Muftuoglû maye û Hevserokê HDP’a Bazîdê Abdullah Ekelek wî daniye Agiriyê û her du jî bi vê sedema alîkariyê 7 mehan girtî mane.   TUNDIYA DERÛNÎ LÊ HATIYE KIRIN   Orûç diyar kir ku piştî ew li Agiriyê hat binçavkirin bi tundî û zextên derûnî û fizikî re rûbirû maye û her cûre muameleya xerab lê hatiye kirin. Orûç anî ziman ku li miduriyeta polîsan 8 rojan di binçavan de maye û parvekirinên wî yên medya civakî û xebatên wî yê rojnamevaniyê jê pirsîne. Orûç girtina xwe jî wek trajikomik pênase kir û kî bûya jî wê bihata girtin çimkî Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî dabû.   Orûç destnîşan kir ku ew bi awayek neyasayî û bêhiqûqî hatiye girtin û pişt re wî şandine Girtîgeha Panosê ya Tîpa L û li girtîgehê jî bi muameleyên nebaş re hevrû maye û mafên wî hatine binpêkirin.   ‘DIVÊ BI EHLAQÎ ROJNAEVANIYÊ BIKIN’   Orûç anî ziman ku piştî ew hatiye girtin medyaya îqtîdarê wî hedef nîşan daye û ji bo vê yekê got: “Pêwîste ehlaqek medyayê û rojnamevaniyê jî hebe. Ez bi wan sûcdarî û îdiayên avêtin ser min pir xembîn bûm. Çimkî rojnamevanî karek pîroz e û terorîze dikin. Bi girtinê rojnamevaniyê terorîze dikin û ev yek jî deqek mezin li rojnamvaniyê dixe.”   ŞERTÊN GIRTTÎGEHÊ   Orûç bal kişand ser şert û mercên li Girtîgeha Panosê jî û got: “Gelek mafên girtiyan dihatin binpêkirin. Li dijî neheqiya her çiqas me serlêdan dikir jî bêencam diman. Ne paqijî hebû. Di rewşek wiha awarte û nexweşiyê de girtiyan bi mirinê re rûbirû dihêlin. Girtî bi gelek binpêkirinên mafan re hevrû dimînin. Nameyan nedidan me. Xwarin kêm bû û nepaqij bû. Nameyên me jî dikirin karantînayê. Tecrîd li ser tecrîdê heye. Li girtîgeha me du girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.”   ‘ÎRO EZ LI PÊŞBERÎ KAMERAYÊ SIBÊ JÎ EZ Ê LI PIŞT KAMERAYÊ BIM’   Orûç destnîşan kir ku her çiqas ew ji girtîgehê derketibe jî lê kêfxweş nîne û wiha got: “Li pişt wan dîwar û hesinên zengar girtî bi sedan girtiyên nexweş, bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan, hiqûqzan, akademîsyen, nivîskar bêhiqûqî girtî ne. Ez ne bawerim em ê li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng bimînin. Ez li girtîgehê bûm, hevpîşeyên min dengê min radigihandin. Niha ez derketim ez ê jî dengê hevpîşeyên xwe girtî ragihînim. Duh hevalên me din ji hepsê derketin, li hember kamerayan tiştên hatibûn serê wan vegotin. Îro jî ez li pêşberî kamerayan im û ew hevalên min li pişt kamerayê ne. Sibê jî ez ê li pişt kamerayê bim û hevpîşeyên min ên ji hepsê derkevin wê li pêşberî kamerayan bin û tiştên hatine serê wan vebêjin.”   MA / Sadiye Eser - Erdogan Alayumat