Endamê PM’a HDP’ê Aydin hat berdan 2020-11-11 14:38:40   ÇEWLÎK – Endamê PM’a HDP’ê Mûrat Aydin ku duh hatibû binçavkirin îro hat berdan.   Endamê Meclisa Partiyê (PM) ya HDP’ê Mûrat Aydin, di çaroveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê ve hatibû destpêkirin de duh li bajar hatibû binçavkirin. Aydin ku bi “endamtiya rêxistinê” hat sûcdarkirin, piştî gotin dayîna xwe ya li Miduriyeta Emniyetê ya Çewlîkê hat berdan.