Ji ÎHD’ê derbarê mirina Baga de rapor: Leşkerên Îranê sûcê şerê navneteweyî kirin 2020-11-11 16:27:24   WAN -  Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, di rapora xwe ya derbarê mirina Şefîq Baga ku ji aliyê leşkerên Îranê ve hatibû kuştin de diyar kir ku leşkerên Îranê ji sînor derbas bûne û sûcê şerê navneteweyî kirine.   Leşkerên Îranê di 6’ê cotmehê de li gundê Çiliya Jorîn ê navçeya Ebexê ya Wanê, bi çekan êriş biribûn ser welatiyê bi navê Şefîk Baga û ew kuştibûn. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê, derbarê kuştina Baga de raporek amade kir. ÎHD’ê rapora xwe bi civîneke çapameniyê li avahiya xwe aşkera kir. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Mûrat Melen û Derûnnasê Klînîk Firat Kolyîgît tevlî civînê bûn.    QAYMEQAM HEVDÎTINÊ QEBÛL NEKIRIYE   Mûrat Melet, rapora ku amade kiribûn xwend û qala hurgiliyên kuştina Baga kir. Melen, diyar kir ku ji bo amadekirina raporê çûne cihê bûyerê û bi şahidên bûyerê re hevdîtin kirine û li gel ku daxwaz kirine ku bi qaymeqamê navçeyê re jî hevdîtin bikin lê ev daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Melet, da zanîn ku rapora xwe li gorî şahidiya şahidên bûyerê amade kirine û got ku leşkerên Îranê bi qasî 250-300 metre derbasî aliyê Tirkiyeyê bûne û sînor îhlal kirine.    GULE KESÊN DIN JÎ REŞANDINE   Di raporê de cih ji vegotinên şahidên bûyerê hat veqetandin. Şahid destnîşan dikin ku Baga di nav sînorên Tirkiyeyê de ji aliyê leşkerên Îranê ve hatiye kuştin û leşkerêm Îranê ji bilî Baga gule li wan jî reşandiye.    QAYMEQAM JÎ QEBÛL KIRIYE   Her wiha li gorî vegotinên şahidan qaymeqamê navçeyê roja definkirina cenazeyê Baga ew jî hatiye gund û wî jî qebûl kiriye ku Bagaj i aliyê leşkerên Îranê ve hatiye kuştin.     ENCAM   Di encama raporê de jî hat tespîtkirin ku leşkerên Îranê bi derbasbûna sînor Tirkiyeyê sûcên şer ên navneteweyî kiriye û ji ber vê yekê Dewleta Îranê ji malbata Baga lêborîn bixweze û piştgiriya maddî û manevî bide malbatê.