Polisên ku rêya rojnamegeran birîn gefên şewitandinê li wan xwarin 2020-11-11 16:28:30   ENQERE – Polîsan di nava 4 rojan de rêya Nuçegîhanê Ajansa Mezopotamya Emrullah Acar û xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hamdullah Bayram qut kir û gef li wan xwarin. Polîsên ku rêya rojnamegeran birîn di bin navê "sohbetê" de xwestin bibin sîxur. Polîsan gefa "Em ê te û rojnameya te bi hevre bişewitînin" li Hamdullah Bayram xwarin.        Di demên dawî de polîsên sivîl welatiyan radiwestînin û gefan li wan dixwin. Welatiyan tacîz dikin, gefan li wan dixwin û wan ditirsînin. Herî dawî di meha cotmehê de polîsan nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Emrullah Acar û xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hamdullah Bayram di nava çend rojan de çend çaran şopandin û gef li wan xwarin. Polîsan rêya xebatkarên çapmeniyê qut kir û di bin navê "sohbetê" de gef li wan xwarin. Roja  6'ê Mijdarê saet di 20.00'an de dema Nûçegîhanê MA'yê yê Enqereyê Emrullah Acar ji buro derket û diçû malê, 2 kesên sivîl ku xwe wekî polîs dan nasîn, li ser navê sohmetê xwestin wî têxin otoparkek tarî. Acar, têkildarî serpêhatiya xwe axivî û wiha got: "Du kesan xwestin bi min re bi axivin. Min jî got heta hûn xwe nedin naskirin ez bi were naaxivim. Piştre diyar kirin ku polîs in. Dema min got tiştekî ez bi were bi axivim tune, gotin emê li GBT'ê binerin. Dema li GBT'ê nerîn xwestin min bikişinin otoparka tarî û li wir bi min re sohbet bikin. Lê bin ew qebûl nekir. Piştî li GBT'ê nerîn min xwest biçim. Lê wan di sohbetê de israr kir. Xwest ez alîkariyê bidim wan."    Piştî Nûçegîhanê MA'yê Acar ev tişt bi serî dehatin 4 roj şûnde polîsan di 10'ê mijdarê de vê carê xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hamdullah Bayram rawestandin û gef li wî xwarin. Polîsan dîsa di saetên şevê de li kolana Mahmut Esat Bozkurt, li pêş Postaxaneya Ahmetlerê Hamdullah Bayram binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Çankayayê. Piştî îfadeya wî girtin serbest berdan. Bayram, anî ziman ku dema çû Qada Kolejê, kesek li ser pirê rawestiya bû û wiha got: "Dema min li ser pirê ew kes derbas kir, di serê kuçeyêde kesekî din gihişt wî û hatin ez rawestandim. Xwestin bi min re bi axivin. Min got 'Ez we nas nakim. Tiştekî ji were bêjim tune ye' Xwestin min bibin cihekî tarî û xalî. Piştî min li dijî vê yekê bertek anîn ziman gotin 'Em polîs in. Em çi bixwazin em dikarin bikin' û gef li min xwarin. Wê keliyê ez li xwişka xwe geriyam û min xwest hevalên rojnameyê agahdar bikin. Telefon qut kir û dest danî ser telefonê. Destê min li pişt min kelepçe kirin. Piştî hevalên min hatin cem min ez binçav kirim. Piştî destê min kelepçe kirin û berê min dan dîwar, gotin “Em te jî ajansa te jî û rojnameya te jî nas dikin. Em ê we tevan bişewitînin." û gef xwarin. Piştî hevalên min hatin gotin "Em ê tenê li GBT'ê binerin" û gef xwarin."    Acar û Bayram têkildarkî serpêhatiyên xwe ji ÎHD'ê alîkarî xwestin û diyar kirin ku dê bi rêya parêzerên xwe li serdozgeriyê gilî bikin.