HDP'iyan li Wanê civîna gel li dar xist 2020-11-11 16:52:07   WAN - Endam û rêveberên HDP'ê li Wanê bi gel re civîn li dar xistin û nerîn û pêşniyarên gel stendin.    Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Armûşa Wanê, bi şîara “Em tu carî teslîm nabin, em tu carî çongê danînin" bi gel re civîn li dar xist. Rêxistina HDP'êli salonek dawetê ya taxê civîn li dar xist. Beriya civînê polîsan bi kuçikan li salonê lêgerîn pêk anîn. Endamên Komîsyona  Kongreyê ya HDP'a Wanê, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç û gelek rêveber amade bûn. Piştî rêveberên HDP'ê têkildarî pêvajoyê axivîn, welatiyan jî fikr û pêşniyarên xwe anîn ziman.