Prototîpa ewil a Gûantanamoyê: Îmralî 2020-11-12 09:07:56 STENBOL - Prototîpa ewil a Gûantanamoyê Girtîgeha Îmralî ye. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 21 sal in di vê girtîgehê de ye. Ocalan, ji bo vê girtîgehê dibêje "pergala sêstûnî" û wê wekî "Hêleke wê DYA, hêleke wê Ewropa û hêla wê ya din jî Tirkiye ye û pergaleke xweser û kûr" pênase dike.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê tecrîdkirin. Hêzên kapîtalîst ji bo ku "Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk" a Ocalan pêk neyê li Îmraliyê tecrîdeke giran pêk tînin. Ji bo vê jî Pergala Îmraliyê tê gotin.    Berî ku Ocalan radestî Tirkiyeyê bê kirin di 4'ê Sibata 1999'an de rayedarên CIA'yê tên Tirkiyeyê û ew û MÎT'ê protokoleke veşarî îmze dikin. Di çarçoveya vê protokolê de, di heman rojê de Girava Îmraliyê tê valakirin û ji bo Ocalan tenê tê de bimîne ji nû ev tê avakirin. Gava di 15'ê Sibata 1999'an de Ocalan li Balafirgeha Naîrobiyê radestî endamên MÎT'ê tê kirin, wî bi balafirê tînin Tirkiyeyê û sibeha 16'ê Sibatê jî wî dixin vê girtîgehê.    ROLA DYA'YÊ    Girtîgeha Îmraliyê ku awayê rêvebirina wê bi protokoleke veşarî hat diyarkirin, di destpêkê de qanûnên Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî lê hatin bêhikimkirin û bû qadeke bêhiqûqiyeke mutleq. Di 21 salên derbasbûyî de, di warê diyarkirina polîtîkayên derbarê şert û mercên fizîkî yên Ocalan de rola sereke ya DYA'yê ye. Rola YE'yê jî ew e ku bi pesendkirina biryara DMME'yê hişk ku Ocalan bi awayekî "qorsanî" ji Kenyayê vê revandin. Li gel vê rola wê ya din jî ew e ku pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê kontrol bike. Rola Tirkiyeyê jî gardiyanî û notirvaniyê bike ku Ocalan gelek caran ev yek aniye zimên.    GIRTÎGEHA EWIL A BI AWAYÊ GÛANTANAMOYÊ    Avakirina Girtîgeha Îmraliyê, di asasê xwe de xwe dispêre feraseta Guantanamoya DYA'yê. Gûantanamo, navê pergaleke îşkenceyê ye ku ji bo têkşikandina vîna muxalifên siyasî ye. DYA'yê pêşî bi awayekî "qorsanî" revandina Ocalan û hepskirina li Îmraliyê, ev pergal da destpêkirin û piştî raya giştî ya navneteweyî li ber vê bêhiqûqîtiyê xwe li bêdengiyê danî, ev yek di ser girava Gûantanamoyê de li hemberî muxalifên siyasî xist dewrê. Lewma Girtîgeha Îmraliyê, di heman demê de girtîgeha ewil a bi awayê Gûantanamoyê ye.    Du taybetmendiyên van girtîgehan hene. Yek jê xwedispêre revandina bi awayê "qorsanî"  û ya dudoyan jî li van deran tu hikmên hiqûqên neteweyî û navneteweyî tune ne.    ŞERT Û MERC    Çendî ku Girtîgeha Îmraliyê wekî Gûantanamoyê bê nîşandan jî, lê belê şert û mercên wê pir giran in. Mesela li Gûantanamoyê malbat, parêzer û serdêr dikarin biçin girtîgehê û mafê girtiyan ê nameşandin, telefonkirin, faksşandin û telgrafşandinê heye. Lê belê li Îmraliyê tiştekî werê tune ye. Li cîhanê ji xeynî Ocalan ev şert û merc li tu kesî nehatine ferzkirin. Ev bi temamî pêkanîneke Girtîgeha Îmraliyê ye û pêkanîneke derî hiqûqî û qanûnî ye.    PERGALA SÊSTÛNΠ   Ocalan, ji bo Îmraliyê dibêje bi pergaleke "sêstûnî" tê birêvebirin. Li gor Ocalan, stûnek wê DYA, stûnek wê Ewropa û stûnek wê jî Tirkiye ye û hêlinên vê pergalê yên xweser û kûr hene. Ocalan berê ji bo Girtîgeha Îmraliyê gotibû: "Girtîgeha Îmraliyê, ne wekî pergala girtîgehên din ên Tirkiyeyê ne. Pergala wê pir cuda ye. Statuya li girtîgehên din li vê derê pêk nayê. Statu û pergala li vê derê bi peymaneke veşarî hatiye çêkirin. DYA'yê li gelek deverên din girtîgehên werê taybet çêkirine. Girtîgeha Îmraliyê jî ji aliyê DYA'yê bi peymaneke veşarî hatiye çêkirin û girtîgehek e taybet e. Gava ev yek kiriye, serî li fikr û pesendkirina YE'yê jî daye û bi hev re şert û mercên vê derê diyar kirine. Divê mirov bi awayekî ji rêzê nêzî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) nebe. Divê mirov tenê wekî heyeteke ku çendê carekê tê û diçe, nebîne. Haya wan ji tiştên li vê derê diqewimin heye. Dibêjin navendeke krîzê ya girêdayî serokwezîrtiyê vê derê bi rê ve dibe, lê ne wisa ye. Ev der, rasterast girêdayî DYA'yê ye. Di destpêkê de biber nediketim bê çima rêziknameya girtîgehê li vê derê pêk nayê. Lê derket holê ku Girtîgeha Îmraliyê girtîgeheke di dirbê Gûantanamoyê de ye. Bi tiştên li vê derê tînin serê min, hin ders tên girtin. Dipivîn bê ka mirovek wê çi qasî li ber zext û zoriyan diyax bike."    NÊZÎKATIYA CPT'YÊ    YE'yê di rola xwe ya ji bo pergala Îmraliyê de tenê çend şîret li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê a Ewropayê (CPT) û DMME'yê kirin. Ev şîret qaşo ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê bûn. Lê belê ev şîret jî pêk nehatin. Bereksê biryarên DMME û CPT'yê, Tirkiye şert û mercên girtîgehê girantir kirin. Meriv dikare bibêje ku ji girankirinê wêdetir jî tiştek kirin. Bi gotina rayedaran polîtîkaya "definkirina li Îmraliyê" esas hat girtin.    Çendî ku parêzerên Ocalan di vî warî de hin serlêdan kiribin jî, lê belê ev qas sal in hîn jî DMME'yê tu biryar nedane. Her wiha çendî ku CPT'yê jî bal kişandiye ser daxwazên navbirî, lê belê cardin jî tiştek nehatiye kirin û bereksê wê ev yek cesareta Tirkiyeyê zêdetir kiriye. Ji xeynî çend hevdîtinên parêz û malbatan hema bibêje tecrîda bi temamî veguheriye "tecrîdeke mutleq." Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heya sala 2019'an nikaribûn hevdîtinan bi Ocalan re çêbikin. Ji 6'ê Cotmeha 2014'an ve hevdîtinên bi malbatê re hatin astengkirin û heyeta Îmraliyê jî ji Nîsana 2015'an heya niha nikare hevdîtinê pêk bîne. Ligel vê mafê nameşandin, telefonê, faksşandinê jî bi her awayî tên astengkirin ku heya niha ji xeynî hevdîtineke bi rêya telefonê hevdîtinên di vî warî de qet çênebûne.    Ocalan ji bo şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê dibêje: "Mirov nikare 6 rojan jî di van şert û mercan de îdare bike. Me havêtine vê derê. Ez girtiyê barê wî herî giran ê cîhanê me. Di nav vê de rojava jî heye. Ê min daye girtin pergala cîhanê ay kapîtalîst e. Dewlet min wekî kozekê, wekî rehînekê di dest xwe de digire. Divê weziyeta ez tê de me werê bê zanîn. Ez dikarim vê yekê bi şibandineke vî awayî jî rave bikim; ez wekî kesekî ku girêdayî amûra hilmijandinê be, roja canê wan biaxwaze wê fîşê bikişînin. Jixwe girankirina tecrîdê tê wateya îdamê. Li cîhanê ji xeynî min kesekî ku di van şert û mercan de tune ye. Hew tenê nemirime."    JI DARVEKIRINÊ XERABTIR   Her wiha gava Ocalan xistibûn Girtîgeha Îmraliyê nîqaşên ji bo darvekirinê jî bûbûn rojev. Lê belê ji dêvla darvekirinê wî xistin hucreyeke yekkesî ku li gor Ocalan wî xistine "tabûtekê" û li gor wî her du jî îdam in, tenê rêbazên wan cuda ne. Bi vî awayî biryar girtin ku wî hêdî hêdî bikujin. Ev polîtîka di 1'ê Hezîrana 2005'an de hîn bêtir hat girankirin û di bin navê "Rejîma Înfazê ya Muebeda Giran a Heta Mirinê" ev yek hat domandin.    ASTENGKIRINA HEVDÎTINA MALBAT Û PARÊZERAN    Ev polîtîkaya mirina hêdî hêdî her çû hîn bêtir hat girankirin. Mesela, di sala 2000'î de parêzer û malbat du saetan karibûn hevdîtinê pêk bînin, lê paşê kirin saete û ew jî bi hincetên wekî "rewşa hewayê nebaş e" û "keştî xerabe ye" kirin mehê carekê û saetekê. Paşê ev hevdîtin du mehan carekê an jî sê mehan carekê pêk hatin. Di orta sala 2005'an de jî hîn xirabtir bû.    Bi qanûnên 1'ê Hezîrana 2005'an re hevdîtina malbatan kirin nîv saet û hevdîtinên parêzeran ku pir hindik pêk dihatin jî bi pêkanîneke menkirinê re rû bi rû man. Her wiha van salan ji ber fikr û ramnên xwe cezayê hucreyê jî lê hatin birîn, bi awayekî fizîkî êrîş birin ser û bi mirinê gef lê xwarin. Ligel vê mafê teduristiyê jî bi her awayî hat binpêkirin. Di sala 2009'an de jî pêvajoya mirina hêdî hêdî dest pê kir ku cihê wî teng kirin. Ocalan, ji bo vê gotibû "Darbeya 17'ê Mijdarê" û "koncala mirinê". Ji ber vê êdî Ocalan nikaribû xweşikî hewayê bistîne û ev yek tenduristiya wî xirabtir kir.    ‘DEFINKIRINA LI ÎMRALIYÊ'    Polîtîkaya mirina hêdî hêdî di orta sala 2011'an de hat lezandin. Ewilî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re qedexe kirin û parêzerên daxilî pêvajoya Osloyê bûbûn di 22'yê Mijdara 2011'an de hatin binçavkirin û girtin. Her wiha di 6'ê Cotmeha 2014'an de jî hevdîtina malbatê û wasî jî hat qedexekirin. Di Nîsana 2015'an de jî hevdîtina Heyeta Îmraliyê jî hat qutkirin. Bi vê re pêvajoya "tecrîda mutleq" dest pê kir. Rayedaran vê pêvajoyê wekî "Li Îmraliyê definkirina Ocalan" pênase kirin. Piştî darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an jî Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê jî di 20'ê Tîrmeha 2016'an de hevdîtina parêzer, wasî û heyetê û pêwendîdanîna bi girtîgehê re qut kir.    GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Bi grevên birçîbûnê yên di sala 2019'an de, piştî 8 salan cara ewil parêzer çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. Piştî parêzer çûn Îmraliyê, Ocalan bang kir ku greva birçîbûnê bi dawî bibe. Di vê pêvajoyê de parêzeer bi giştî 5 caran hevdîtin pêk anîn. Ocalan, di hemû hevdîtinan de jî destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin amade ye. Piştî 5 hevdîtinên parêzeran, cardin hevdîtin hatin qutkirin.    XEBER JÊ NAYÊ GIRTIN    Piştî hevdîtina bi rêya telefonê ya di 27'ê Nîsana 2020'an de ku cara ewil bû Ocalan mafê hevdîtina telefonê bi akr anîbû, heya niha tu xeber ji Ocalan nayên girtin.    MA / Sadiye Eser - Erdogan Alayûmat