Polîs li Dayangaçê ku 2 sal berê kuştibûn digerin! 2020-11-12 09:08:37 MÊRSÎN - Du sal berê polîsan di avêtia ser malê de Nacî Dayangaç kuştibûn. Niha jî lê digerin. Bira Feyzûllah Dayangaç got: "Pêşî birayê min kuştin, niha jî tên dipirsin dibêjin 'ka li ku ye.'"  Di 12'ê Tîrmeha 2018'an de polîan li Taxa Kûşlûbahçe ya navçeya Şehzade ya Manîsayê avêtibû ser malekê û bi îdiaya ku HPG'î ye Nacî Dayangaç kuştibûn. Di heman malê de Adem Bozkûrt jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Lê belê çendî ku 2 sal di ser bûyerê re derbas bûne, polîs hîn jî li Dayangaç dipirsin.    Polîs tim diçin mala Dayangça û ji ferdên malbatê pirsa aqûbeta Dayangaç dikin.    Bıra Feyzûllah Dayangaç ê 40 salî diyar kir ku berî birayê wî bê kuştin heya 5 salan xeber jê negirtine û got, di Tîrmeha 2018'an de cendirmeyan telefonî wan kiriye û gotiye, birayê we li Manîsayê hatiye kuştin. Daynagç, diyar kir ku piştî vê bavê wî û apê wî ji bo cenaze çûne Manîsayê, lê belê nehiştina biçin cihê bûyerê û got, cenae ji saziya tiba edlî hatiye girtin û li Bedlîsê hatiye definkirin. Her wiha Dayangaç, bilêv kir ku xwestine şîna xwe li Mêrsînê deynin, lê belê polîsan nehitşiye û çendî ku du sal derbas bûne, hîn jî bûyer nehatiye zelalkirin.    Dayangaç, anî ziman ku li gor wan birayê wî hatiye înfazkirin û got: "Li mala ku lê bûye tu çek û tiştekî bi vî rengî nehatine dîtin. Bi guleyekê ew kutşine, bera serê wî dane. Min bi xwe li cenaze mêze kir. Guleyek bera hêla çepê ya serê wî dane. Li ser laşê wî tu şop mop tune bûn. Dewletê got, pevçûn qewimiye. Lê li gor şahidan tu pevçûn mevçûn çênebûne."    ‘NACÎ LU KU YE...'    Dayangaç, xwest bûyer bê aşkerekirin û pirsa "ji bo çi hat înfazkirin?" bê bersivandin.    Her wiha Dayangça, destnîşan kir ku polîs tim tên mala wan û gefan li wan dixwin û dibêjin "Nacî li ku derê ye?"    Dayangaç got: "Pêşî birayê min kuştin, niha jî tên dibêjin 'ka li ku ye?' Êdî derûniya zarokên me xera bûye. Carinan mehê carekê, carinan heftê carekê davêjin ser mala me. Gefan li me dixwin. Dibêjin, 'Heger hûn cihê birayê xwe nebêjin em ê we bigirin. Em ê we jî bikujin. Me yek ji we kuşt, em ê yê dinê jî jî bikujin.' Em dixwazin dawî li van zextan û gefxwarinan bê û bûyera birayê me bê zelalkirin."    MA / Omer Akin