Hevdîtina HDP’ê ya bi jinên elewî re: Rêya tekane hatine gel hev e 2020-11-12 15:13:14   ENQERE – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, diyar kir ku hêza esas ku desthilatê de bibe têkoşîna jinan e û ev tişt got: “Dema avakirina komereke demokratîk ku di nav aştiyê de pêkvejiyanê saz bikeye.”   Meclisa jinan a HDP’ê, di çarçoveya bernameya serdema nû de li oteleke li navçeya Çankaya ya Enqereyê “Hevdîtina bi Jinên Elewî re” li dar xist. Parlamenterên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû û Gulistan Kiliç Koçyîgît û gelek jin tevlî hevdîtinê bûn. Axaftina vekirina hevdîtinê Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay kir.    Gunay, di axaftina xwe de qala bernameya wan a têkoşînê ya serdema nû kir û polîtîkayên desthilatê yên li hemberî jinan, nasnme û baweriyên cûda bi bîr xist û banga têkoşîna hevpar li jinên elewî kir. Gunay, diyar kir ku hêza esas ku desthilatê de bibe têkoşîna jinan e û ev tişt got: “Dema avakirina komereke demokratîk ku di nav aştiyê de pêkvejiyanê saz bikeye. Em tev bi hev re komereke demokratîk ava bikin.”