Li Cizîrê 12 kes serbest hatin berdan 2020-11-12 16:01:08   ŞIRNEX - 12 kesên li Cizîrê, di dema serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 7'ê mijdarê de polisan bi ser malan de girtibûn û Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Cizîrê Guler Tûnç, Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû û rojnameger Cîhan Olmez jî, di nav de 12 endam û rêvebirên HDP'ê bi îdîaya "Endamên rêxistinê" hatibûn binçavkirin.    Ji van, 5 kes di heman rojê de piştî li Miduryeta Polîsan a Cizîrê îfadeyên wan hatibûn girtin, hatin berdan.    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê Guler Tûnç, Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû û rojnameger Cîhan Olmez jî di nav de îfadeya 7 kesên li ewlekariyê bûn îro hatin girtin. Piştî ku îfadeyên 7 kesan hatin girtin, sewqî dozgeriyê hatin kirin. Rojnameger Olmez û 4 kesên din, piştî ifadeyê wan ê dozgeriyê, serbest hatin berdan. Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû bi şertê kontrola edlî û Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê Guler Tûnç jî, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.     Kutlu û Tunc, piştî îfade dan dadgehê, bi şertê kontrola edlî û qedexeya ji derveyî welat, serbest hatin berdan.