Dayika Aştiyê Meles Tekîn jiyana xwe ji dest da 2020-11-12 22:29:43   MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Meles Tekîn jiyana xwe ji dest da. Tekîn, li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.    Dayika Aştiyê Meles Tekîn ku demek berê li Dêrik a Mêrdînê xwîn çûb ser mêjiyê wê û ji ber vê wê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tekînê li gundê Buxur ê Dêrikê hat definkirin.    Her wiha Tekîn di Nîsana 2018'an de hatibû girtin û wê biribûn Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa Eyê û ji wir jî wê biribûn Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa T'yê. Tekîn, di 25'ê Cotmeha 2019'an de hatibû berdan.