Xebatên Rêya Hermûşê zerarê dide esnafan 2020-11-13 09:11:50 ŞIRNEX - Xebatên Rêya Hermûşê (Hevrişîm) ya navneteweyî ya di navbera navçeyên Cizîr û Sîlopî yên Şirnexê re derbas dibe, bi salane dewam dikin. Ji ber xebatên demdirêj yên rê, welatî û esnaf rojên zor û zehmet dijîn. Esnafên li ser rê bertek nîşan da û gotin: "Tu salan bi qasî îsal me zehmetî nekişandin."  Xebatên Rêya Hermûşê (Hevrişim) ya navneteweyî ya dikeve navbera navçeyên Cizîr û Sîlopî yên Şirnexê de, zêdeyî 10 salin didome. Rêya ku her sal tê tamîrkirin, ji ber vê heya niha gelek bûyerên qezayê  trafîkê rû dane. Her roj bi sedan kamyon û wesayîtên bazirganiyê li ser Rêya Armûşê di sînor ê Xabûrê derbas dibin û paşve vedigerin.    Li aliyê din Serokwezîrê demê yê AKP'ê Bînalî Yildirim soz hatibû dayîn ku wê Rêya Armûşê çêbikin û di her hilbijartinê de jî AKP çêkirina rê weke amûrê propagandayê bikar tîne. Karê binesazî û çêkirina rê bi sarbûna hewayê re ji nû ve dest pê kirin. Hem welatî û hem jî esnaf li ser rê êdî ji vê rewşê bêzar bûne. Der barê mijarê de welatiyên ku li ser cadeyê esnaftiyê dikin axivîn û da zanîn ku ew her sal ji ber xebatên rê yên dewam dikin rojên zor û zehmet derbas dikin.    'ESNAF DI REWŞEKE MAXDÛR DE NE'    Ji welatiyan Mîraz Yildiz,  anî ziman ku bi salane xebatên rê dewam dikin û wiha axivî: "Ji ber neçêkirina rê mûşteriyên me kêm bûne. Ev bi salane xebatên vê rêyê bi dawî nebûn. Herî dawî 4 meh berê rê xirab kirin û wisa hiştin. Ne çêdikin û ne jî tên lê dinêrin. Ji ber vê rêyê mûşterî nayin. Tu salan qasî îsal me zehmetî nekişand. Ne em dikarin kireyên xwe bidin û ne jî em dikarin ji vir derbasî aliyê din bibin. Di vê kolanê de 100 esnaf hene. Her 100 esnaf jî niha nêçarin. Kes bi berpirsyarî nêz nabe. Tenê daxwaziya me ew e ku riya me bê çêkirin. Ger hûn nekin, hûn çima xerab dikin? Dizanin xerab bikin, lê çima nizanin çê bikin? Ji ber vê rêyê em kar nakin. Ji xwe êdî zivistan hat û ez bawer nakim çêbikin."    'EM NIKARÎN BIXEBITÎN'    Esnaf Mehmet Şîrîn Kiran jî, bal kişand ser neçêkirina rê û ev daxwaz kir: "Em dixwazin êdî çêkirina rê bi dawî bibe. Ez li vir lastîkên wesayitan tamîr dikim. Ev nêzî 5-6 salin ez li vir dixebitim. Ev xebata rê bi salane didome. Bi salane em mexdûrîn. Em nikarin bixebitin. Tenê daxwaza me ew e ku vê xebatê bi dawî bikin û rêya me çêbikin. Ev rêyek dîrokî ye. Nayê qebûl kirin ku bi vî awayekî were hiştin. Daxwaziya me ji rayedaran ew e ku rêyên me çêkin û me ji vê rewşê derbixin."    MA  / Zeynep Dûrgût