Xizmên 3 kesên di erîşê de birîndar bûn: Çek aydî eskeran in 2020-11-13 10:50:25 MÊRDÎN – Li Mêrdînê li dijî 3 kesan êrîşa çekdarî pêk hat û di êrîşê de birindar bûn. Xizmên kesên birîndar bûn diyar kirin ku çek aydî eskeran in. Şahidan anîn ziman ku faîl Cevdet  Ozkan di demên borî de jî tiştekî wisa pêk kiribû li gel 12 salan ceza xwar jî piştî zagona înfazê hat berdan.    Li Gundê Xirbê Kurikê yê Navçeya Şemraxa Mêrdînê di 11'ê Mijdarê de Cevdet Ozkan û xizmên wî ji ber li ser zeviyê li hev nekirin, bi çekên lûledirêj êrîxî xizmên xwe yên din kir. Di êrîşê de 3 kes birîndar bûn. Yek ji kesên birîndar Hamît Ozkan bi giranî birîndar bû û hêj talûke ji ser xwe neavêtiye. Piştî buyerê Cevdet Ozkan û 3 kesên din ên çek teqandin, diyar kirin ku çek aydî cerdevan û eskeran in. Hat îdeakirin ku êrîşkar Cevdet Ozkan, ji ber rêya gund di nava zeviya wî re derbas bûye, rê girtiye. Xizmên wi yên din jî bertek nîşani vê yekê dane. Li ser niqaşan Cevdet Ozkan  û xizmên xwe, bi çekan êrîşî xizmen xwe yên din Hamît Ozkan, Hamdiye Ozkan û Mehmet Ozkan kirine. Xizmên kesên birîndar jî diyar kirin ku çek aydî cerdevan û cendirmeyan in. Xizmên birîndaran anîn ziman ku cendirmeyan jî qebûl kiriye ku çek aydî wan in û cerdevanan ev çek bikar anîne.    Dîsa welatî Cevdet Ozkan wekî cerdevanê bi dizî dizanin. Welatiyan diyar kirin ku faîl û êrîşkar Cevdet Ozkan berê jî tev bi bûyerek bi heman rengi bûye. Di sala 2008'an de  Cevdet Ozkan 5 kes birîndar kiribû û 12 sal ceza xwaribû. Lê piştî zagona înfazê Ozkan serbest hatiye berdan.