Di serdegirtina malan de sîleh xistin serê zarokan! 2020-11-13 15:39:58 AMED – Li Amedê hejmera binçavkiriyan derket 12’an. Hat zanîn ku di serdegirtina malan de polîsan welatî li erdê dirêj kirine û sîleh xistine serê zarokan.   Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “Têkiliya wan bi PKK’ê re heye” birêve dibe derbarê 19 kesan de biryara binçavkirinê derxist. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan li navenda Amedê bi ser 25 malan de, li Pasûrêbi ser malekê de girtin. Di serdegirtina malan de heta niha 12 kes hatine binçavkirin. 7 kes jî ji ber ne li malên xwe bûne nehatine binçavkirin.   Di serdegirtina malan de Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr ê qeyûm tayînî şûna wî kirine, Sevgul Tekîn, Osman Balta, Cevat Înan, Hayrettîn Karayilan, Erdal Bayram û Haci Karakûzû hatine binçavkirin.   SÎLEH XISTIN SERÊ ZAROKAN!    Polîsan deriyê mala Haci Karakûzû ya li Taxa Korhat a navçeya Rezanê bi giranan şikandin û ketin malê û lêgerîn pêk anîn. Hat zanîn ku polîsan hevjîna Karakûzû li ser dev dirêj kirin û sîleh xistin serê zarokên wî. Karakûzû yê hat binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.   HÊCETA LÊPIRSÎNÊ   Hat zanîn ku lêpirsîn bi îdiaya belgeyên li ser endama HPG’ê Muzeyyen Aydinli ya di 3’yê cotmehê de li çoltera navçeya Licê ya Amedê di şerê derketibû de jiyana xwe ji dest daye hatine bidestxistin hatiye destpêkirin.