Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî dê damzerandina xwe ragihîne 2020-11-14 09:05:27 STENBOL - Dê Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî sibê damezrandina xwe ragihîne.  Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Ciwanên Demokrat ên Nû, Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger (DOB) û Hêzên Şoreşger ên Ciwanan (DEV-GUÇ) dê sibê damezrandina Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî ragihînin. Dê meclîs li avahiya HDP'a Bagcilar a Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar bixe û damezrandina xwe ragihîne.    YEKÎTÎ   Endamê DOB'ê Mûhammed Hîzmetçî, diyar kir ku par di meha Mijdarê de bi bangawaziya "Em bibin yek li dijî faşîzmê" ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dest bi xebatên ji bo meclîsê kirine û got: "Piştî bangawaziyê derket holê ku pêdiiya tevgera ciwanan bi yekîtiyê heye. Hat diyarkirin ku divê li ser asasên bîrdoziyî em bên cem hev du û têbikoşin. Li ser van asasan em li hev kom bûn."    XÎTABÎ HER DERDORÊ DIKE    Hîzmetçî, bilêv kir ku Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî xîtabî hemû ciwanên Tirkiyeyê dike û got: "Em hay jê hene ku em di serdemek dîrokî de ne. Faşîzm bi awayekî dijwar êrîş dike. Li derve kesên dibêjin em şoreşger in, em demokrat in tên binçavkirin û girtin. Mirovan ji hlîkopteran davêjin, îşkence dikin. Karker bi zext û zoriyan re rû bi rû ne. Êrîşine mezin li ser jinan hene. Pirsgirêkên ciwanan pir bûne. Em dizanin ku ev pirsgirêk, pirsgirêkên me yên hevpar in. Tu rêxistineke siyasî û tu rêxistineke ciwanan nikare bi tena serê xwe li dijî van êrîşan bisekine. Lewma pêdiviya bihevrebûn û yekîtiyê derket holê."    'ME ÎNÎSYATÎF GIRT'    Endamê Desteya Rêvebir a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Mûhammed Erkîz jî anî ziman ku Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî li ser asasên dê girseyên ciwanan çawa bên cem hev du û bi hev re bitêkoşin derketiye holê û got: "Niha em dibînin ku ciwan nêzî me dibin. Lewma me jî înîsyatîf girt û me di vê pêvajoya dîrokî de tespît kir ku pêdiviya ciwanan bi rêbertiyekê heye. Me ev yek jî bi Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî pêk anî."    ROJEVA SEREKE TECRÎD E    Erkîz, destnîşan kir ku dê ciwan di warê ekolojî, jin, hiqûq û gelek qadên din de bitêkoşin û got, rojeva wan a sereke jî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.    Erkîz, bilêv kir ku dê Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî ji bo tecrîdê ji holê rabike dê bitêkoşe.    BANGAWAZÎ   Erkîz, bang li li karkerên ciwan û jinên ciwan û xwendekaran kir û got: "Em ne bi tenê ne. Pêşî divê em bi vê bîrbiriyê tevbigerin. Ji lewra yê ber bi tenêtiyêî ber bi xwekuştinê ve dibe pergal bixwe ye. Li dijî vê divê em xwe birêxistin bikin û ji bo em êrîşan pûç bikin ji xeynî rêxistinbûyînê wekî din tu çareyek me tune ye. Lwma em dixwazin hemû ciwan daxilî nav Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî bibin û di 15'ê Mijdarê de tevli çalakiya ragihandina meclîsê bibin."    MA / Erdogan Alayûmat