Dengbêj: Yekîtiya neteweyî dê lîstikê pûç bike 2020-11-14 09:05:28 AMED - Dengbêjan bal kişand ser liv û tevgera eskerî ya li Herêma Kurdistana Federe û gotin: "Pirsgirêk bi liv û tevgereke eskerî çareser nabe, pêdivî bi yekîtiya neteweyî heye."  PDK, li Herêma Kurdistana Federe gelek eskeran li deverên ku PKK lê ye bi cih dike. Ev yek bûye sedema bertekên tund. Dengbêjan jî bertek nîşanî vê yekê da.    TIŞTEKÎ ÊŞBAR E    Dengbêj Sitki Baran ê 55 salî, anî ziman ku ji ber ku PDK li deverên PKK lê ye hêzên eskerî bi cih dike, ev yek bûye sedema rageşiyekê û got, metirsiya wan ew e ku ji ber vê "birakujî" çêbibe. Baran, diyar kir li vê yekê qebûl nakin û her du alî hişyar kirin ku berbayî lîstika dagirkeran nebin. Baran ku got "Birêz Barzanî divê li ser soza xwe bimîne ku dê birakujî çênebe" destnîşan kir ku ji bo xwîna bira nerijê û ev lîstik bê pûçkirin, tekane rê yekîtiya neteweyî ye. Baran got: "Bi hezaan sal in em li ser vê axê ne. Lê ji ber ku yekîtiya me tuneye, em berbayî lîstikên dagirkeran dikevin. Li mezopotamyayê tu gel bi qasî me di bin nîrê dagirkeran de nemaye. Çimkî wan yekîtiya xwe çêkiriye, lê em hê jî nebûne yek."    REFERANDÛMÊ BÎNE BÎRA XWE!    Sadik Yilmaz ê 79 salî jî anî ziman ku rewşa heyî nîşan dide ku Mesûd Barzanî û Tirkiye bi tevkariyî hereket dikin. Yilmaz, bilêv kir ku divê Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe helwesta Tirkiyeyê ya ji bo referandûma serxwebûnê bîne bîra xwe  û ji bo Barzanî jî got: "Bibîr bîne, hela bê tu kurê kê yî. Tu kurê Mele Mistefa yî. Bavê te ji ku hat çû ku. Lê tu çi dikî? Hîn jî tu li cem dijminên xwe yî û bi wan re radibî û rûdinêyî. Te dixapînin. Ji bo berjewendiyên xwe hereket dikin. Heçî mirov be, birakujiyê pêk nayne. Heke pêk bîne, ne mirov e."    Yilmaz got: "Tişta pêdiviya me pê heye, azadî ye, yekîtî ye. Êdî divê şiyar bibin."    'EM XWÎNA BIRA NAXWAZIN'    Selahattîn Ûçûrûm (62) jî bang li Barzanî kir û got: "Bira li ber dijmin rabe. Bila alîkariya kurdan bike. Heger aliyê kurda nake, nexwe bila nebe sedema şer."    Ûçûrûm, destnîşan kir ku çareserî yekîtiya neteweyî ye û got: "Heger em bibin yek, em ê bi ser bikevin. Em hev nekujin. Hêvîdar im Mesûd Barzanî dev ji vê biryara xwe berde. Em naxwazin xwîna bira bi destê bira bê rijandin."