Tevî birayê xwe yê nexweş û du kurê xwe di konekê de dimîne 2020-11-14 09:05:31 ÎZMÎR - Fîgen Tûranligîl ku xaniyê wê di erdhejê de texrîb bûye û niha tevî birayê xwe yê şîzofrenî û du kurên xwe di konekê de dîmîne, bal kişand ser sarbûna dinyayê û xwest vê nediyariya ji bo rewşa wan zelal bibe.  Piştî erdheja Îzmîrê, gelek kesên mexdûr bûne di şert û mercên zehmet de dijîn. Kesên xaniyên wan xera bûne û texrîb bûne di konan de dimînin. Yek jê jî Fîgen Tûranligîl a 56 salî ye ku piştî xaniyê wê texrîb bû, tevî birayê xwe y şîzofrenî û du kurên xwe di konekê de dimîne.    Tûranligîl, anî ziman ku 34 salan di avahiya Aydinê ya li navçeya Bayrakliyê de di kirê de bûye û got, roja erdhejê li malê bûye û niha mexdûr bûne.    ‘EM DITIRSIN'    Tûranligîl, bilêv kir ku tevî birayê xwe yê şîzofrenî û du kurên xwe di konekê de dimînin û got: "Ez jî nexweş im. Em her du jî tim dermanan bi kar tînin. Hîn jî bandora erdhejê li ser me ye û pêkhateyên erdhejê didomin. Me tu eşyayên xwe jî neanîn. Em pir ditirsin."    Tûranligîl, anî ziman ku ji ber ku avahiya wan pir texrîb bûye nikarin têkevinê û got: "Niha em bi zexîreyê ku dilxwaz didin me debara xwe dikin. Du hefte ye em di kon de ne. Zehmet e ku em hînî jiyana kona bibin. Zivistan nêz bûye. Bi şev pir sar e. Hele gava nexweşê meriv hebin, ev zehmetir dibe. Nizanim ez ê çi bikim. Bê çare me. Rayedar dibêjin 'bisekinin.' Em jî werê sekinandî ne."   'CIHEKÎ EM PÊ DE BIÇIN TUNE YE'    Tûranligîl, diyar kir ku dixwaze têkeve xaniyekî bikirê lê belê ji ber ku kirê biha bûne nikare û got: "Heger ji vê semtê biçim ez ê pir li ber bikevim. Ez di kirê de dimînim. Û ji xeynî meaşê bavê min ê teqawidbûyînê tiştekî me tune ye. Rewşa me ya aborî nebaş e. Heger xaniyek kirêya wî kêm bi dest min bikeve ez ê biçim. A rast niha nizanim ez ê çi bikim. Tenê dixwazim roje berî rojekê ev rewşa nediyar zelal bibe."    Tûranligîl, xwest rayedar ji bo vê yekê gavina bavêjin.   MA / Esra Solîn Dal