Yek ji kesên ku bi çeka cerdevanan birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da 2020-11-14 13:49:03   MÊRDÎN – Hamît Ozkan ku li navçeya Şemrexê bi çeka cerdevanan giran birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.    Di 11’ê mijdarê de li gundê Xirbê Kurikê yê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, Cevdet Ozkan û xizmên xwe, ji ber nelihevkirineke li ser erd bi çekên xwe yên cerdevaniyê êrişî hin xizmên xwe kiribûn û yek jê giran 3 kesan birîndar kiribûn. Hamît Ozkan ku yek ji van birîndaran bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ku dihat tedawîkirin, rizgar nebû û jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Ozkan, piştî karên otopsiyê ji bo ku bê veşartin ber bi gundê wî Xirbê Kurikê ve hat şandin.    Hamdiye Ozkan ku di heman êrişê de birîndar bûbû jî tedawiya wê didome.    TENÊ KESEK HAT GIRTIN   Cevdet Ozkan ku êriş pêk anî re 2 kes bi şertên kontrola edlî hatin berdan û kurê Ozkan Kadrî Ozkan (19) hat girtin. Hat hînbûn ku Ozkan êrişê li xwe daniye û li ser vê yekê biryara girtina wî hatiye dayîn û şandine girtîgehê.    ÇEK ÊN CERDEVANAN IN   Derketibû holê ku çekên bi wan êriş pêk hatiye çekên cerdevanan in. Ji êrişkaran Cevdet Ozkan, ji aliyê gundiyan ve weke “cerdevanê veşarî” tê nasîn û di sala 2008’an de jî bi heman rengî êriş pêk aniye û 5 kesan birîndar kiriye. Ji ber vê bûyerê 12 sala cezayê girtîgehê li Ozkan hatiye birîn û di sala 2015’an de hatiye girtin. Herî dawî bi Sererastkirina Înfazê ku di meha nîsanê de ji aliyê AKP-MHP’ê ve hat derxistin Ozkan hatiye berdan.