Seyîd Riza û hevrêyên xwe li Edeneyê hatin bibîranîn 2020-11-14 16:46:03   EDENE – Seyîd Riza û hevrêyên xwe di di salvegera 83’emîn a darvekirinê de li Edeneyê hatin bibîranîn.   Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) a Şaxa Edeneyê û Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dersimiyên li Edeneyê bi boneya salvegera 83’yemîn a darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî bernameya bîranînê li dar xistin. Nûnerên HDP’ê û HDK’ê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn û bîranîn li Komeleya Dersimiyan hat lidarxistin. Posterên Seyîd Riza hatin daliqadnin. Ji bo cangoriyên azadiyên rêz hat girtin. Ji bo Seyîd Riza û hevrêyên wî find hatin pêxistin. Di bernameyê de axaftin hatin kirin û qala têkoşîn û bîranîna Seyîd Rizayan hat kirin. Piştî axaftinên hatin kirin loqme belav kirin û stranên gelêrî yên elewiyan hatin gotin.