Girtiya nexweş ji ber êşa canê xwe nikare rakeve 2020-11-15 09:05:02 STENBOL – Rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak giran dibe. Tokmak ku di Girtîgeha Bakirkoy a Jinan de ye, ji ber êşa canê xwe êdî xew bi çava nakeve û tim ji ser hişê xwe ve diçe.    Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Yek ji vê jî Fatma Tokmak e. Tokmak, di sala 1996'an de tevî kurê xwe yê du sal û nîvî Azad li Kocaeliyê hatiye binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" cezayê muebetê lê hatiye birîn. Berî ku bê girtin siheta wê baş bûye, lê belê piştî hatiye girtin ji ber şert û mercên girtîgehê û îşkenceya lê hatiye kirin gelek nexweşîn lê peyda bûne. Nexweşiya dil, bronşît û astimê lê peyda bûne. Lewma divê bi awayekî rêk û pêk bê tedawîkirin û dermanan bi kar bîne.   Tokmak, di sala 2006'an de bi şertê "qedexeya derketina derveyî welêt" hatiye berdan. Lê belê piştî ku Dadgeha Bilind di sala 2010'an de cezayê wê pesend kiriye cardin hatiye girtin û ji wê çaxê ve di Girtîgeha Bakirkoy a Jinan de ye.    REWŞA WÊ GIRAN DIBE    Parêzera Tokmakê Jiyan Kaya, anî ziman ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê muwekîla wê de biryara "binpêkirina mafan" daye, lê cardin jî nehatiye berdan.    Her wiha Parêzer Kaya diyar kir ku di sala 2019'an de ji bo muwekîla wê cardin bê darizandin serlêdan kirine, lê belê serlêdana wan nehatiye qebûlkirin û piştî şewbê cardin serlêdan kirine.    Kaya got: "Me ji bo berdanê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bakirkoyê da. Lê belê bi hinceta ku ên biryarê bidin ne ew in, serlêdana me hat redkirin. Her wiha devera xwedîerdk jî nîşan nedan. Naxwazin biryarê bidin. Lê belê her diçe rewşa Tokmakê giran dibe. Sedema vê jî şert û mercên girtîgehê ne. Ev şert û merc wekî îşkenceyê tên pêkanîn."    BI ŞEV XEW BI ÇAVA NAKEVE    Parêzera wê ya din Jiyan Tosûn jî anî ziman ku di 9'ê Mijdarê de hevdîtin bi muwekîla xwe re pêk aniye û muwekîla wê jê re gotiye, ji 23'yê Adarê ve wê nebirine nexweşxaneyê.    Tosûn, da zanîn ku herî dawî Tokmakê birine Nexweşxaneya Nexweşînên Sîngê ya Yedî Kûleyê û li wir hatiye tespîtkirin ku di kezeba wê de nerihetiyek heye, lê belê ji ber ku ew û bijîşk ketine qirika hev du û cendirmeyan nehiştiye tedawî temam bibe û wê cardin birine nexweşxaneyê, nehatiye gotin bê nerihetiya di kezeba wê de çi bûue. Tosûn, got: "Lewma em nizanin rewşa kezeba wê çi ye. Li revîrê tahlîl tên kirin, lê belê têr nakin. Kardiyolog an jî bijîşkekî pispor wê tedawî nake. Lewma divê her hefte bi awayekî rêk û pêk xwîna bê guherandin. Lê belê niha li girtîgehê 15 rojan carekê tê kirin. Di hevdîtinê de got, sînga wê û milên wê reş bûne û werimîne. Her wiha got, ji ber bêhnê baş anstîne bi şewb xew bi çavan nakeve. Car carinan jî ji ser hişê xw eve diçe."    MAFÊ WÊ YÊ TENDURISTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN    Tosûn, bilêv kir ku Tokmak nayê tedawîkirin û heger bê tedawîkirin jî her cara tedawî bibe divê 14 rojan di karantînayê de bimîne û got: "Wê miroveke ev qas nexweş çawa bi tenê serê xwe 14 rojan di karantînayê de bimîne. Tokmakê got, gardiyan qawîşên karantînayê baş kontrol nakin û gava ji ser hiê xwe ve biçe dê kes pê nehese. Tokmak, got li girtîgehê nexweşên din jî hene û dixwaze ew û nexweşên din tev de biçin nexweşxaneyê û bi hev re di karantînayê de bimînin. Lê belê îdareya girtîgehê xwe ji bo vê daxwaza wê li nebihîstinê datîne."   Tosûn, destnşan kir ku bi vî awayî mafê tenduristiyê yê muwekîla wê tê binpêkirin.    MA / Mehmet Aslan