‘Divê arşîvên Dersimê bên vekirin’ 2020-11-15 10:34:59 DERSIM - Endamê Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê Nesîmî Aday, pirsa gorên Seyît Riza û hevalên wî kirin û got: “Divê arşîvên Dersimê bên vekirin û lêborîn bê xwestin.”   Bi ser Komkujiya Dersimê ya di navbera salên 1937 û 1988’an de pêk hat û weke komkujiya herî bixwîn di dîroka Tirkiyeyê cih girt re 83 sal derbas bûn. Rêberê Îsyana Dersimê Seyîd Riza û hevalên wî Wusênê Seydî, Aliyê Mirzê Sili, Hesen Axa, Findik Axa, Resik Uşen û Hesenê Ivraimê, di 15’ê Mijdara 1937’an de li Qada Baxdat a Xerpetê hatin darvekirin. Cenazeyên wan teslîmî malbatên wan nehatin kirin û heya roja îro jî derbarê gorên wan de tu agahiyek tuneye.    Li gorî danayên fermî, di sala 1937’an piraniya wan zarok hezar û 737 zarok, di sala 1938’an de 6 hezar û 868 kes hatin qetilkirin. Piştî komkujiyê, bi hezaran zarokên Dersimî ku ji welatên wan hatin dûrxistin, hem weke zirkur û zirkeç hatin dayîn û hem jî di şeviniyan de hatin mezinkirin. Mîna gorên Seyît Riha û hevalên wî, hîna jî aqûbeta van zarokan nayê zanîn. Endamê Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nesîmî Aday, ku derbarê Komkujiya Dersimê de gelek lêkolînin wî hene, bal kişand ser komkujiyê û wiha axivî: “Divê arşîvên Dersimê bên vegerin û di heman demê de ji gelê Dersimê lêborîn bê xwestin.”    XEBATÊN ZANISTIYÊ KIRIN   Aday, da zanîn ku ji bo rastiya Dersimê bê vegotin divê ji Komkujiya Koçgiriyê bê destpêkirin û wiha got: “Di Komkujiya Koçgirî ya sala 1921’an de kurd têk diçin û ji rêberên wan Alîşer Koçgirî bi Nurî Dersimî yê ku pêşengtiya Îsyana Dersimê dikir re, li Dersimê bi Seyît Riza û pêşengên bajarê tên gel hev.” Aday, bal kişan ser gotina “Sefer ji bo Dersime dibe, lê serkeftina nabe” a dersimiyan a ji bo Dewleta Osmaniyan gotin û wiha pê de çû: “Tevgera Tirk a Jon û Tevgera Kemalîst a dumahiyên îtaetkaran, bi awayekê organîzekirî ketin Dersimê. Ewil rapor amade kirin û xebatên etnolojik û zanistî bi rêve birin. Xebatên weke dersimî çi dixwin, çi vedixwin, li ku derê dijîn, rewşa wan a civakî çiye, nasnmeyên wan ên olî çine û hwd, kirin. Di vê çarçoveyê de, ewil êrîşî Seyît Riza û kadroyên rêber kilrin. Hemû malbata Alîşer û Seyît Riza di çemê Laçînan de qetilkirin. Dema ku Seyît riza ji bo muzakereyê diçe hevdîtinê bi waliyê Erzincanê re bike, tê girtin û bi darizandinekê sexte cezayê darvekirinê lê tê birîn.”   DARVE KIRIN   Aday, di dewama axaftina xwe de wiha bilêb kir: “Dema ku Seyît Riza û hevalên wî hatin darvekirin, nêzî 72 kesan jî, sîrgûnê girtîgehên Tirkiyeyê hatin kirin. Nayê zanîn ku çi ji van 72 kesan hat. Kes niza gorên wan li ku derê ye. Ji bo ku her tişt ronî bibe, bi tu awayî girtekên dadgehan nayin vekirin. Em dixwazin ev girtek bên aşkerekir. Piştî darvekirina, dest bi komkujiyê tê kirin. Komkujiya herî mezin di sala 1938’an de pêk tê. Dewlet dibêje ‘îsyaneke heye.’ Dersimî jî vê yekê qebûl nakin. Li Dersimê ne îsyan, vîneke siyasî û biryara xwe bi xwe rêveberinê hebû. Ev her du jî ne sedemên komkujî û îsyanê ne. Gelo çima  zarokên di dergûşan de singûyan kuştin û avêtin çem? Di ava Mûnzûrê de xwîn herikî. Jin neçar man ku zarokên xwe bixeniqînin. Di şikeftan de man. Erd û esman bi qîrîniya jin û zarokan di hejiya. Mirovan xwe ji zinaran avêtin. Dersim komkujiyeke û di vê ji bo wê tenê komkujî, jî neyê gotin. Divê arşîvên Dersimê bên vekirin. Lêborîne bi bandor bê xwestin. Aqûbeta mirovên hatine sîrgûn kirin û zarokên hatine windakirin bên aşkere kirin. Ev mijara wijdan û mirovahiyê.”    ‘100 SALIN BIŞAVTIN DEWAM DIKE’   Aday, dest nîşan kir ku ji dîrokê heya roja îro polîtîkayên bişavtinê yên li herêmê dewam dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro Dersim veguheriye bajarê herî bi tirkî di axive. Ev encama polîtîkayên 100 salane. Bi vê re erdnîgarî tune dibe, her tim nifûsa wê kêm dibe, bi bendav û HES’an bê mirov tê hiştin. Hemû çiyayên Dersimê dibin dagirkeriyê de ne. Elewîtî tê bişavtin. Dersim ocaxa Elewiyên Kurdin. Li ser van ocaxan polîtîkayên bişavtiên tên birêve birin. Em dixwazin bêjin ku emê her tim li dijî van jî derbikevin.”   MA / Ayşe Surme