Sûstam: Li Tirkiyeyê ji nişkave dibe ku her kes bibe 'terorîst' 2020-11-15 10:42:08 AMED -Akademîsyen Engîn Sûstam, anî ziman ku li Tirkiyeyê têgiha "terorîzmê" bûye awayelî rêvebirinê û got, ev têgiheke pir elastan e, lewma ji nişkave dibe ku her kes bibe "terorîst".    Li cîhanê herî zêde mirov li Tirkiyeyê ji ber tawanbariya "terorê" hikumxwarin e. Li gor daneyên 2018'an ên Wezareta Dadê 48 hezar û 924 kes bi tawanbariya "terorê" girtîne. Akademîsyen û nivîkar Engîn Sûstam ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) têgiha "terorê" li cîhan û Tirkiyeyê awayê pênasekirina wê nirxand.    PÊNASEYA WÊ DI WESFÊ SIYASÎ DE YE    Sûstam, bilêv kir ku têgiha "terorê" ji ber demxekirinê dibe sedema qilqilandinê û got, lewma ev têgih di warê bikaranînê de xwedî helwesteke rexneyî ye. Sûstam, diyar kir ku ji dêvla vê têgihê, têgihên wekî "rejîma şidetê yan jî şidet"ê tercîh dike û got, lê belê di zimanê hiqûqê yê dewletan de îşaret bi lîteratureke din dike. Sûstam, destnîşan kir ku têgiha "terorîzmê" têgiheke di wesfê siyasî de ye û got, niha di qada navneteweyî û têkiliyên navdewletî de di warê pêşeroja têkiliyên siyasî, hiqûqî û dîplomatîk de unsûreke girîng e. Sûstam got: "Nexwe çalakiyeke 'terorîst', li gor zimanê dewlet, sazî yan jî bîrdoziyan çawa tê pênasekirin? Li hin cihan çawa wekî 'şervanên azadiyê, gerîla, mîlîtan' û li hin cihan jî wekî 'dabeşker an jî terorîst' tê pênaskir' tê pênasekirin?"    Sûstam, bilêv kir ku lewma naveroka gelek têgihan hatiye valakirin û jinûve hatine sazkirin.    XUMAM E    Sûstam, destnîşan kir ku têgih di warê demxekirina kesên dijperalê de dibe cihê nîqaşên mezin. Sûstam, bibrî xist ku nexasim jî li Tirkiyeyê akademîsyenên aştî parastin wekî 'terorîst' hatin îlankirin û got, lewma ev têgih di warê tarîfkirinê de têgiheke pir xumam e.    KURD BI VÊ TÊGIHÊ RE RÛ BI RÛ MAN    Sûstam, bilêv kir ku kurd ji roja tên dinyayê bi vê têgihê re rû bi rû dimînin. Sûstam ku got "Wisa xuyaye ez ê derbarê Tirkiyeyê de tiştên tên zanîn bibêjim. Mixabin ne li zanîngehan ne jî li qadeke din fikra rexneyî tuneye û ev jî ji ber zext û zoriyên dewletê ye" û bal kişand ser rewşa Ahmet Kaya ku bi lîncekê re rû bi rû mabû.    'DIBE KU JI NIŞKAVE HER KES BIBE TERORÎST'    Sûstam, bilêv kir ku li Tirkiyeyê têgihên siyasî, bi awayekî rexneyî û akadeîk esas nayên girtin, bi refleksên netewperest û pergalê tên xwendin. Sûstam, diyar kir ku dewlet dikare bi rêxistinên ku wekî "terorîst" îlan dike yan jî bi gelên bi vî renngî îlan dike re li dor maseyekê rûnê û got: "Netewperestên hişk ên di îqtidarê de ji xeynî pênaseya 'dijminatiyê' nêzî vê têgihê nabin û bi vî awayî wateyeke din li siyasetê bar kirine. Bi têgiha 'terorîzmê' mafê serdestî, otorîte, îqtidar û îlheqkirinê, daxilî nav siyaseteke teheyûlî hat kirin. Ez dibêjim qey li Tirkiyeyê tu beramberiyeke vê têgihê tune ye, lewma dibe ku ji nişkave her kes di ser têgiha 'dijmin' re wekî 'terorîst' bê dîtin û bê îlankirin."    GIRTÎGEHA AMEDÊ    Sûstam, bibîr xist ku li Tirkiyeyê Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala, Ahmet Altan û nêzî heftê hezar xwendekar girtî ne û got: "Ev mirov çalakiya çi kirin, proganadaya çi kirin ku tên girtin û tên rehînkirin. Di vir de ev têgeh îşaret pê dike ku bi awayekî ku hikûmet dixwaze li dor konseya ewlehiyê tê bikaranîn û li deverên wekî Tirkiyeyê tarîfeke wê ya pir elastan heye. Ev şîroveya 'terorîzmê' kirdeyên girîng ên muxalif û aktorên wê paşguh dike. Em ê tiştên ku kesên li Zindana Amedê jiyane li ku derê bi cih bikin, çawa bixwînîn? Ev, 'teroreke dewletê' ye? Tişta ku ji bo hinan 'terorîst' e, ji bo hinan jî berxwedêr e. Îjar meseleya serek e ez dibêjim qey zirara digihê jiyana demokratîk û vîna sivîl e, zirara ji ber awayên şidey û wehşetê."    Sûstam, diyar kir ku têgiha 'terorîzmê' ji aliyê kesên xwedî hêz û dewletên xwedîsînor ve hatiey hilberandin û got: "Mesela gava em ji dewleta ku mudaxileyî jiyana me dike dibêjin 'terora dewletê' em tên cezakirin, çima kesên muxalif ên li dijî wê bi dozên absurd ên wekî 'alîkariya rêxistinê' tên girtin?"    Sûstam, destnîşan kir ku hemû netew-dewlet wekî pêdiviyekê nêzî pênaseya "terorîzmê" dibin û got: "Her tim afirandina dijminan, wekî awayê rêvebirinê tê nîşandan. Yanî têgiha 'terorê' ya di nav tabloya modernîteyê de hatiye bicihkirin şidet, dehşeteke veşarî pênase dike, lê belê ji aliyê dewletan ve jî maneyeke 'qaşo dijmin' lê tê barkirin.    MA / Cahît Ozbek