Destûr nehat dayîn ku beşdarî cenazeyê kurê xwe bibe 2020-11-15 16:26:03 OSMANIYE - Destûr nehat dayîn ku Hevserokê HDP’ê yê Osmaniyê Alî Coşkûn ê di 9’ê Mijdarê de hatibû girtin, beşdarî merasîma cenazeyê kurê xwe Omer Coşkûn ê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da bibe.    Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Osmaniyê Alî Coşkûn di 9’ê Mijdarê de, di çarçoveya lêpirsînekê Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyê bi rêve bir de hatibû girtin. Destûr nehat dayîn ku Coşkûn, beşdarî merasîma cenazeyê kurê xwe Omer Coşkûn ê duh krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da, bibe. Coşkûn ji bo ku beşdarî merasîma cenaze bibe, ser li dozgerê Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê da. Lê daxwaza Coşkûn bi hinceta şewba vîrûsa koronayê hat redkirin.    Malbatê cenazeyê Omer Coşkûn ji Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê girt û anî Goristana Asrî. Parlamenterê HDP’ê yê Edenê Kemal Pekoz, endamên MYK û PM, endam û rêveberên partiyê û gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Coşkûn piştî wacîbeyên olî sipartin axê.