Rêxistinên elewiyan Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn 2020-11-15 17:00:09 NAVENDA NÛÇEYAN -  Rêxistinên Elewiyan, di 83'emîn salvegera darvekirina Rêberê Serhildana Dersîmê Seyit Riza û hevalên wî de li gelek bajaran çalakiyên bibîranînê li dar xistin. Rêxistinên elewiyan di çalakiyê de gotin “Dersa herî mezin ku mirov ji Komkujiya Dersîmê derxe, bi rêxistina civakî li dijî zilmê berxwedan e."    Pêşeng û Rêberê Serhildana Dersimê Seyit Rıza û hevalên xwe 83 sal berê di 15'ê Mijdara 1937’an de hatin darvekirin. Rêxistinên elewiyan û saziyên demokratîk li gelek bajaran bernameyên bîranînê li dar xistin. Şaxa Komeleyên Elewî yên Demokratik (DAD), Komeleya Dersimiyan a Enqereyê, Komeleya Gumgum a Enqereyê, Komîteyea Muzeya Madimakê, li Şaxa DAD'ê ya Enqereyê bernameya bibîranînê li dar xistin. Di bernameyê de parlamenterê(HDP'ê yê Stenbolê Ali Kenanoglu û rêxistinên civakî jî amade bûn. Di bernameyêde ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştre li ser navê rêxistinên civakî Hevserokê Şaxa Dersim-Der a Enqereyê Yaşar Kılavuz, daxuyanî xwend. Yaşar,  anî ziman ku dewletê li Qada Genim a Xarpêtê zagonên xwe binpê kirin û wiha got: "Hêj cihê gorên Seyit Riza, Uşené Seydi, Aliyé Mirzali Sili, Kure Cebrail Hesen Aga, Hesene İvrahime Qiji, Resık Wuşen û Fındiq Aga nayê zanîn. Ev eşa wan nayê ji bîr kirin." Bername bi xwendina deyişan û belavkirina lokmaşan bi dawi bû.   MERSÎN    Şaxa Komeleya Dersimiyan a Yenîşehîra Mêrsînê jî bi heman armancê bi tevlêbûna nûnerên rêxistinên civakî bernameya bîranînê li dar xist. Di bernameya bîranînê de wêneyên Seyid Rıza ku li ser “37/38 xo vira meke!" nivîsandibûn rakirin. Nûnerên rêxistinên civakî ji bo Seyid Rıza û hevalên wî çira pêxistin û Gulbang xwendin. Serokê Komeleya Dersimiyan a Mêrsinê Hasan Tarikut, ani ziman ku ev bê niqaş komkujî ye û xwest arşîv bên vekirin û navê Dersimê dîsa bidin wan.    Li şaxa DAD'ê ya Mêrsînê jî daxuyanî hat dayîn.