Li Tirkiyê 89 kesên din jî ji ber koronayê mirin 2020-11-15 20:15:45   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyê îro 89 kes ji ber vîrûsa koronayê mirin. 3 hezar û 223 nexweşînên nû hatin tespîtkirin.    Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca daneyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) yên îro parve kir. Li gorî parvekirina Koca îro li Tirkiyê 89 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 hezar û 223 nexweşên nû hatine tespîtkirin. Bi vî awayî hejmara miriyan li Tirkiyê gihîşt 11 hezar û 507’an û hejmara nexweşan jî gihîşt 414 hezar û 278'an.