ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2020'AN 2020-11-16 09:00:23 * Endama Înîsiyatîfa Jinan a Rojhilata Navîn Buşra Elî diyar kir ku wan bi avakirina Înîsiyatîfê re tovên têkoşînê çandine û felsefeya Ocalan di têkoşîna jinan de rûpelek nû vekiriye.  * Siyasetmedar û rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekîncî li dijî rageşiya li Başûrê Kurdistanê banga aştî û demokrasiye kir û xwest bi dostaniya sexte pêbawerî neyê kirin.    * îrsen Karakoyûn tevî hemû fişarên derdorê jî kar dike û di meha çile de xwe ji teqewîtbûnê re amade dike û got: “Jiyanek din mimkin e. Peyama min ji bo jinan ev e; hin bêtir wêrekî lazim e.”    * Li navçeya Rezanê ya Amedê qeyûm xaçerêyek di du salan de sê caran xera kir û ji nûve çêkir.    * Danişîna 16'emîn a doza derbarê 33 ciwanên SGDF'î yên li Pirsûsê di encama êrîşa bombeyî ya DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn de hatibû vekirin, wê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bê dîtin. (11.00)