Qeyûm li Amedê çêdike û xera dike: Xaçerêyek sê caran hat xerakirin û çêkirin 2020-11-16 09:02:52 AMED – Li navçeya Rezanê ya Amedê qeyûm xaçerêyek di du salan de sê caran xera kir û ji nûve çêkir.  Qeyûman kuçe, cade, peyarê, meydan û duçerxan daye ber xwe hema çê dike û xera dike. Veguherandiye qada ceribandinê. Her projeyên qeyûm li Amedê çê dikin, têk diçin û projeyek nû dixin dewrê. Li Cadeya Melîk Ahmet a Sûrê qeyûmê ewilî yê Amedê çê kiribû û gelek pesnê wê dabûn. Lê di nava çend mehan de proje têk çû. Li ber Mêvanxaneya Şaredariyê beriya niha bi du salan hatibû çêkirin, lê dîsa hat xerakirin û ji nûve çêkirin.   Xaçerêyek li taxa Bagcilar a navçeya Rezana Amedê di serdema qeyûm Cumalî Atîlla de hatibû çêkirin. Ev xaçerê ji ber çewt hatibû çêkirin bû sedema qezayên trafîkê û xelk û esnaf li hember vê bi bertek bûn. Li ser gilîkirina xelkê xaçerê hat rakirin. Vê carê sed metre li pêş xaçerê hat çêkirin. Di serê sala 2018’an de ev duçerx qediya. Ev xaçerê jî bi heman xeletî hatibû çêkirin û dîsa xelkê û esnafan bertek nîşan dan. Çend roj berê Şaredariya Amedê xebatkarên xwe şand wir û xaçerêyê rakirin. Du xaçerê ku di serdema Cumalî Atîlla de du car hat xerakirin niha jî di serdema qeyûm Munîr Karaloglû de hat xerakirin û cara sêyem dîsa hat çêkirin. Lêçûyîna li ser vê xaçerêyê û refûjê nayê zanîn.    ‘BOBELATÊ LI AMEDÊ PÊK TÎNIN’   Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê Şaban Karakaş çêkirina xaçerê wek “bobelat” nirxand û projeyên tên çêkirin ne li ser daxwaza xelkê li ser daxwaz û berjwendiyên muteahîtan tên çêkirin. Karakaş got bi van projeyan her xera kirine û kirine kûn. Karakaş daxuyaniya “mesele ne bêkarî ye, mesele necibandina kar e” a qeyûm Munîr Karaloglû bibîr xist û got: “Ji xelkê re îş nîne lê bele ji muteahîtan re kar gelek e.”