Li Amedê mamosteyek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da 2020-11-16 10:52:10 AMED – Li Amedê mamosteyê dibistanê Cengîz Tekdal (56) ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.   Mamosteyê Lîseya Anadoluyê ya “Ahmed-i Hani” ya li navçeya Peyasa Amedê Cengîz Tekdal ê 56 salî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Tekdal duh jiyana xwe ji dest da û ew bavê 4 zarokan bû. Hat zanîn ku Tekdal demek beriya niha li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Amedê tedawî dîtibû.   BI SER 200 MAMOSTEYÎ RE BI KORONAYÊ KETINE    Serokê Şaxa  Egîtîm Senê ya Amedê Sadrettîn Kaya ji ajansa me re diyar kir ku li Amedê bi ser 200’î re kedkarên perwerdehiyê bi vîrûsa koronayê ketine. Kaya got ew ê têkildarî kedkarên perwerdehiyê ku bi vîrûsa koronayê ketine di 21’ê mijdarê de raporek belav bikin.