Di doza Tahîr Elçî de daxwaza redkirina dadger hat redkirin 2020-11-16 14:20:15   AMED – Di doza Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku 3 polisêb bersûc tên darizandin de daxwaza parêzeran a redkirina dadger hat redkirin.    Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî, di 28’ê mijdara 2015’an de li navçeya Sûrê ya Anedê li ber minareya çarling hat qetilkirin. Di doza qetilkirina Elçî de 3 polis ji sûcê “kuştina bi zanebûn” tên darizandin. Piştî 5 salan di 21’ê cotmehê yekemîn danişîna doza Elçî li 10’emîn Cezaya Giran a Amedê hat dîtin.    Ji ber ku di vê danişînê de heyeta dadgehê alîgir tevgeriyabû, Parêzerên Elçî, serî li 11’emîn Cezaya Giran a Amedê dabûn û daxwaza redkirina dadger kiribûn. Dadgehê, vê daxwaza parêzeran red kir û angaşt kir ku 10’emîn Cezaya Giran a Amedê alîgiriyê nekiriye.