'Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin' 2020-11-17 09:13:18 STENBOL – Hevseroka MATÛHAY-DER Esîn Çelîk, diyar kir ku girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û got, bi mirinê rû bi rû hatine hiştin.  Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATÛHAY-DER) Esîn Çelîk ku di 10'ê Adarê de hatibû girtin û di 15'ê Îlonê de ji Girtîgeha Bakirkoy a Jina hatibû berdan û Gulîstan Tekîn ku di 12'ê Mijdarê de ji heman girtîgehê derketibû, behsa rewşa girtiyan, daxwazên girtiyan û helwesta îdareya girtîgehê kirin.    HER TIŞT QEDEXE YE    Çelîk, anî ziman ku bi belavbûna şewbê re hevdîtina vekirî, atolye, qadên hevpar û mafê tenduristiyê yeko yeko hatin astengkirin û got, bi hinceta şewbê ji dêvla hevdîtinên vekirî û girtî mafê hevdîtina bi telefonê heftê kirine du carab û paşê ev yek cardin kirine heftê carek. Çelîk, bilêv kir ku her wiha kargoyên dihatin jî dereng didan wan û got, rojname jî nedidan wan. Her wiha Çelîk, diyar kir ku pirtûk jî du mehan carekê bi awayekî sînordarkirî didan wan û kovar jî bi temamî hatibûn qedexekirin.    NAYÊN TEDAWÎKIRIN    Çelîk, anî ziman ku girtî ji bo revîrê daxwazname dinivîsandin, lê belê daxwaza an pêk nedihat û got: "Girtiyekî serlêdan kir lê jê re gotin 'Tiştekî lezgîn tune ye. Bi hincetên werê neyên.' Gelek girtiyên nexweş hebûn, lê belê tedawiya wan dihat astengkirin. Mesela Fatma Tokmak; nexweşîna dil û tansiyonê lê peyda bûye, lê belê nayê tedawîkirin. Heftê carekê divê xwîa wê bê guherandin, lê nayê kirin. Du hevalên me nexweşîna hepatîtê li wan peyda bûye, yek jê nexweşîna tansiyonê lê peyda bûye û dudo jê jî nigên wan diêşin. Ev heval, herî kêm divê mehê carekê bên muayenekirin û li rewşa xwîna wan bê nihêrîn. Lê mixabin di pêvajoya pandemiyê de ev tişta nayên kirin. Niha heval nayên tedawîkirin."    DIXWAZIN BIMIRIN    Her wiha Çelîk, anî ziman ku dermanên girtiyên nexweş jî nadin wan û bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û got: "Ji bo derman gelek caran daxwazname dinivîsînin. Piştî çend daxwaznameyan hîn nû dermanên wan didin wan. Carinan jî dermanên ku tînin ne dermanên wan in. Bi derfetên xwe jiyana xwe didomînin. Ev helwest bi temamî siyasî ne. Pandemî ji xwe re kirine hincet. Guh nadin girtiyên nexweş. Du roj berê me cenazeyê hevalekî xwe yê nexweş ji Girtîgeha Tekirdagê wergirt."    Herî dawî Çelîkê destnîşan kir ku demildest divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û got: "Pêşî divê daxwazên girtiyên nexweş pêk bên û bên tedawîkirin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Her wiha di pêvajoya pandemiyê de tevî cendirmeyan davêtin ser qawîşan. Li qawîşan girtiyên nexweş hene. Heger hevalek bi şewbê bikeve, ev tê wateya ku dê giş pê bikevin. Li kantînê jî tiştek tune ye. Ên heyî jî pir biha ne. Girtî dixwazin ev mesele bê sererastkirin. Her wiha dixwazin lêgerîna li qawîşan bi dawî bibe. An jê dê encamên giran rû bidin."    DAXWAZÊN WAN DIVÊ BÊN QEBÛLKIRIN    Gulîstan Tekîn jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û pêkanînên îdareya girtîgehê û got, girtî tên tecrîdkirin. Tekîn, diyar kir ku girtî baş nayên xweyîkirin û ji ber vê muqawemeta wan qels bûye û got: "Xwarinên tên dayîn sirf ji bo girtî nemirin tên dayîn. Hîn jî lêgerîna li qawîşan didome. Di van lêgerînan de carinan li girtiya dixin. Îtirazên ji bo vê jî esas nayên girtin. Piranî dibêjin 'daxwazname winda bûye.' Girtî dixwazin rojek berî rojekê daxwazên wan pêk bên."    MA / Mehmet Aslan