'Ji bo şikandina tecrîdê divê em bitêkoşin' 2020-11-17 09:17:00 WAN - Waniyan bal kişandin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin, sedema sereke ya tarîtiya ku Tirkiye di nav de ye, tecrîd e. Her wiha welatiyan ji bo têkoşîneke hevpar jî bang li her kesî kirin.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Îmrali ya Tîpa F'y tê tecrîdkirin. Waniyan bal kişand ser vê tecrîda mutleq û gotin, ya ku vê tecrîdê bişikîne têkoşîn e.    ‘TECRÎD NEQEBÛLKIRINA KURDAN E'   Ahmet Koç, anî ziman ku tu hêleke insanî ya tecrîda li ser Ocalan tune ye û got, bi her awayî bêhiqûqî ye. Koç got: "Tecrîd, tarîtiya Tirkiyeyê nîşan dide. Neqebûlkirina kurdan e. Demildest divê bê çareserkirin."    ‘GEL HEMÛ DÊ BI OCALAN AZAD BIBIN'    Rabîa Argul jî destnîşan kir ku gelê kurd tu carî tecrîda li ser Ocalan qebûl nake û got, demildest divê dewlet dev ji vê yekê berdin. Argul ku got "Heya Ocalan azad nebe dê tu kes jî azad nebe" û dewleta ku jê we ye dê bi neazadkirina Ocalan gelê kurd bitepisîne, demildest divê dev ji vê pêkanîna xwe berde. Argul got: "Ji lewra em ê dev ji mafên xwe û têkoşîna xwe bernedin. Li girtîgehan mirov ji bo ev tecrîd rabe bi rojan canê xwe dan ber rojiya mirinê. Heger tecrîd ranebe dê grev dîsa dest pê bikin. Heger Ocalan azad bibe dê ji bo kurd, tirk û gelên didin bibe sedema aştiyê. Mifteya aştiyê di destê Ocalan de ye. Gora gelê kurd kolane û ava wê germ kirine û ev dewlet li benda mirina me ye. Divê gel vê yekê bibîne. Li dijî vê divê em rabin ser pêya, divê em kefenê hatiey fesilandin biçirînin û goran bigirin. Wekî din tu çareyek me tune ye. Êdî ne wextê fikirîneke şexsî ye. Îro divê em berpirsiyariya dikeve ser milê me, ji bo zarokên xwe pêk bînin."    TÊKOŞÎNEKE HEVPAR    Cîhangîr Balkan jî li dijî tecrîdê îşaret bi bilindkirina têkoşînê kir. Balkan, anî ziman ku tecrîd dê bi çalakiyan bê şikandin û got: "dewlet naxwaze tecrîd bê şikandin. Ji lewra gava tecrîda li ser Ocalan rabe dê pêşî aştiyê vebe."